REQQA - Jina bi navê Kimmie Taylor ji Îngiltereyê hatiye Rojava, dibêje ku "Ez gelek tişt li vir hînbûm" û hêstên xwe wiha vebidêje: "Êdî ez dikarim ji xwe re bêjim şoreşger. Vîna min mezin e. Min jiyan fêm kir. Êdî ez dikarim ji xwe re bêjin YPJ'yî."
"Cenga Mezin" a di pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye destpêkirin, di roja 24'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de hêzên HSD'ê tax bi tax bi pêş ve diçin. Şervanên HSD'ê di eniya Nehdayê ya dikeve milê rojava, bi pêş de diçin û di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerên dijwar diqewimin. Li taxa Qadisiyê lêgerîna şervanan berdewam dike. Piştî ev tax hat azadkirin, şêniyên vê taxê kêfxweşiyek mezin dijîn.
Şervana bi eslê xwe îngilizî Kimmie Toylar (Zîlan Dilber) endameke YPJ'ê ye û ew jî di operasyonê de cih digire. Roja ku operasyona Xezeba Firatê dest pê kir û heta niha, di pênagava 3'yemîn de li dijî DAIŞ'ê şer dike û îro ber bi Reqqayê ve dimeşe.
EW ŞOREŞGEREK E
Dilber aşkera kir ku ew berî salekî hatiye Rojava, cara ewil bi dîhaberê re axivî bû û di qada navneteweyî de deng vedabû. Dilber, ji hêla gelek çapemeniyan ve bi baldarî hatibû şopandin, piştî hînê zimanê kurdî bû, niha xwe hînê erebî dike û dibêje ku "Êdî ez dikarim ji xwe re bêjim şoreşger." Dilber, bi her awayî xwe tev li jiyana hevbeş a di nava şervanan dike û direve her karî. Dilber di rojên destpêkê de telefon jî bi kar tanî, di serî de telefon, dest ji gelek hînbûnên xwe yên berê berda ye û bi şervanan re jiyana xwe dewam dike. Dilber kurdiya xwe jî gelekî bi pêş xistiye, ew bajarên ku tên rizgarkirin, bi jinên li wir re eleqedar dibe û bi taybetî bi wan re dide û distîne.
NIHA LI NAVEBDA REQQAYÊ YE
Dilber aşkera kir ku ew niha li navenda Reqqayê ne, hevpeyvîna xwe ya duyemîn jî li taxa Sebehiyê dide dîhaberê. Dilberê da zanîn ku ev 3 meh e ji bo Reqqayê operasyon hatiye destpêkirin, ew jî têde cih digire, niha ketine bajêr û bi serkeftî operasyonê berdewam dikin.
‘VÎNA JINÊ DERTÊ HOLÊ’
Dilber piştrast kir ku di çarçoveya operasyonê de dê jinên dîl hatine girtin azad bikin û destnîşan dike ku gelek jinên ku hatine azadkirin, çarşefên ku DAIŞ'ê li ser wan ferz kiriye, li serê xwe davêjin. Dilber got ku ev vîneke gelek mezin e û wiha pê de çû: "Ev berxwedana vîna bajar jî xurt dike. Ev jinên ku tên rizgarkirin, tev li me dibin. Ev tiştekî bêhempa ye."
TENÊ NAYÊN XELAS KIRIN…
Dilber anî ziman ku ew di ferqa jinên Reqqayê yên dilgirtî de ne û wiha pê de çû: "Ew di cîhana DAÎŞ'ê de bêhnê didin û distîn in. Dema hatin azadkirin, dê bi perwerdê rastiya xwe nas bikin. Dê fêrî têkoşînê bibin. Ji bo civakeke azad dê têkoşîna xwe mezin bikin. Em jî jin in. Piştî me ew rewş jiya, niha em gihan vê astê. Jiyana ku ez lê dihatim jî ji vê ne cudatir bû."
'ÊDÎ EZ YPJ'Î ME'
Dilber destnîşan kir ku dema ew hat Rovaja, der barê bîrdoziya wan de ne xwedî agahî bû û wiha domand: "Min ne dîzanî xwedî şêweyê têkoşîneke çawan in. Di jiyana vir de ez fêrî gelek tiştan bûm. Niha ez dikarim ji xwe re bêjim ez şoreşgerim. Vê bîrdoziyê kesayeta min goherand. Ez şoreşgerim. Vîna min mezin e. Ji bo şer hatime vir. Ez fêrî jiyanê bûm. Piştî zimanê kurdî, ez niha fêrî zimanê erebî jî dibim. Êdî dikarim ji xwe re bêjim, şervana YPJ'ê."
‘ÊDÎ JIN NATIRSIN'
Dilber da zanîn ku ew arteşek jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em necarin deng û êşên jinên êzidî bibihîzin. Di Rojhilata Navîn de ji bilî me tu hêzî nekare li dijî DAÎŞ'ê şer bike. Ji xwe tiştên li Mûsilê diqewimin, li ber çavan e. Di encama şerê YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê de, jinên ku ditirsiyan bipeyivin jî niha di destên wan de çek hene û ji bo azadiya bajarên xwe şer dikin."
Nazim Daştan - dîhaber