NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Rojeva Medya Nalîn Dîcle, bal kişand ser girîngiya azadkirina Reqqa û got "DAÎŞ'ê xîlafeta xwe li Reqqa îlan kir û bû navenda terora cîhanê. Operasyona rizgarkirina Reqqayê mîsogerkirina serkeftina şoreşa azadiyê û parastina civaka Sûriyeyê ye. Têkçûna DAÎŞ'ê dawiya Erdogan e. "
Nivîskara Rojnameya Rojeva Medya Nalîn Dîcle, bal kişand ser rol û rista azadkirina Reqqa ya ji destê DAÎŞ'ê. Dîcle, anî ziman ku Pêngava rizgarkirina Reqqayê di 6’ê hezîranê de bi beşdarbûna gelek hêzên di bin banê HSD’ê de dest pê kir û wiha got: "Reqqa cihekî wisa ye ku yekem car DAIŞ’ê li wir xîlafeta xwe ragihand û bû navenda terora cîhanî. Reqqayê di hafizeya kurdan de, wek bazara firotina rûmeta mirovahiyê cih girtiye. Ji ber ku bi hezaran jinên kurd, li bazarên vî bajarî hatine firotin, xortên êzidî hatine îşkencekirin û qetilkirin. Lewre Cenga Mezin, hem têkoşîna rûmeta kurdan e û hem jî têkoşîna rûmeta mirovahiyê bi giştî ye. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re gelek welatiyan ji bajarên Sûriyeyê berê xwe da Reqqayê û nifûsa wê milyon û nîvek derbas kir. Bi hatina DAIŞ`ê re jî nifûsa bajar pir kêm bû û herî dawî 400 hezar kes mabû."
Nalîn Dîcle, bal kişand ser mile civakî yê Reqqa û wiha berdewam kir: "Reqqa ji aliyê civakî ve berê her tim wek parêzgeha çand, ol û gelên cuda bû. Li bajar kurd, ereb, çerkez û mesihî bi hev re dijiyan. Ne tenê aliyê civakî, lê di aliyê leşkerî de jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku paytexta DAIŞ`ê ye û navenda hilberîna terorê ye, her wiha hebûna balafirgeha Tebqayê jî girîngiya herêmê ya leşkerî jî nîşan dide. YPG û HSD bi rizgarkirina Reqqayê re dawiyê li hebûna DAIŞ'ê tînin. Jixwe rêya Reqqa-Iraqê ji aliyê HSD’ê ve di qonaxa sêyem de hatibû birîn. Yanî ger Reqqa bi giştî ji DAIŞ’ê were paqijkirin, çete tenê li çolistanê û li Dêra Zorê dimînin, ev jî nîşaneya despêka tunebûna DAIŞ’ê ye. Her wiha bi rizgarkirina Reqqayê re, dê ne tenê çete lewaz bibin, lê dê destwerdanên Tirkiyeyê jî sînordar bibin, bandora wê ya siyasî û leşkerî dê lawaz bibe. Jixwe her gavek pêşdeçûna YPG’ê û HSD’ê çawa li ser DAIŞ’ê derbeyek e, di heman wextê de derbeya herî mezin li ser Tirkiyeyê ye."
Dîcle, destnîşan kir ku têkçûna DAÎŞ'e di heman demê de têkçûna Edogan e û wiha dirêjî da nivîsê: "Ji ber ku Tirkiyeyê di ser van çeteyan re destwerdana Sûriyeyê dikir û bi rêya wan bêîstîqrarî dida çêkirin, lewre têkçûna DAIŞ’ê têkçûna Erdogan bi xwe ye. Di vê demê de ku HSD pêşve diçe, Erdogan wekî gurekî devbixwîn ketiye êrîşê, kesek namîne ku gefan lê naxwe. Li gel hemû gefên Erdogan jî Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis diyar kir ku piştî Reqqayê jî dê ev destek bidome. Ev daxuyanî nîşan dide ku Amerîka gefên Tirkiyeyê cidî nagire, ji ber ku HSD’ê hem ji bo rizgarkirina Reqqayê, hem jî ji bo paqijkirina çeteyan ji çolistanê û ji Dêra Zorê yekane hêz e. Bêguman Amerîka jî naxwaze hêzeke wiha ji destê xwe winda bike."
Nivîskar Nalîn Dîcle, herî dawî bal kişand ser aliyê rizgarkirina Reqqa û bandora wê ya siyasî û civakî û wiha bi dawî kir: "Heta di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de cesaret nîşanî hinek hêzên din jî daye ku ger têkoşîn bê kirin mirov dikare DAIŞ’ê têk bibe. Her wiha dê rizgarkirina Reqqayê di aliyê siyasî de bibe qonaxeke nû ji bo çareseriyeke siyasî. Bêguman rizgarkirina Reqqayê ji bo Federaliya Demorkatîk a Bakurê Sûriyeyê jî girîng e. Operasyonên leşkerî yên ku îdeolojiya radîkal û navendên wê yên leşkerî ji holê rakin, armanca wan avakirina jiyaneke demokratîk e ku di nav hemû pêkhateyên Rojava de cih bigirin. Operasyona rizgarkirina Reqqayê mîsogerkirina serkeftina şoreşa azadiyê û parastina civaka Sûriyeyê ye."