Komeleya Nivîskarên Kurd: Wê pênûs xweparastina xwe bike

AMED – Komeleya Nivîskarên Kurd li dijî biryara girtina komeleyan bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û wiha got: “Komeleya ku pênûsa Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û Celadet Bedirxanan ji xwe re kiriye ala wê li dijî van pêkûtiyên îktîdara AKP’ya ku bûye dergevanê mohrkirina deriyan serî netewîne.”

Di 11’ê mijdarê de bi biryara Wezareta Karên Hundirîn 370 komele hatin girtin. Di nav komeleyên hatin girtin de Komeleya Nivîskarên Kurd a ku di sala 2004’an de li Amedê hat avakirin jî cih digire. Komeleya ku gelek endamên wê di heman demê de, endamên PENA Navnetewî ne. Komeleya Nivîskarên Kurd têkildarî girtina komeleyê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku, bi girtina komeleyê re tenê mudaxileyê wêjeya kurdî nehatiye kirin, di esasê xwe de mudaxileyek li dijî parastin û pêşveçûyîna zimanê kurdî ye.

‘AKP LI SER HEMAN KEVNEŞOPIYA BIŞAVTINÊ TEVDIGERE’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, çand û zimanê kurdî yê bi sedan sal e, rastî her cure êrîş û pêkûtiyn polîtîkayên bişavtinê tê, bi her awayî binpêkirin û tasviyeya wê tê xwestin. Hat destnîşankirin ku, ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha heman polîtîkayên bişavtinê bi awayekî sîtematîk tên sepandin û nûnerê dewleta tirk AKP jî li ser heman kevneşopiyê tevdigere û ji roja ku bûye îktîdar heta niha, ji bo bişavtina çand û zimanê kurdî hemû hêza xwe xistiye dewrê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “AKP’ya ku li ser asasên rejîma yekkesî û yekdengiyê tevdigere, tişta ku di qada siyasî de nikaribû pêk bîne bi hinceta hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê niha bi îlankirina OHAL û derxistina Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de (KHK) dixwaze bi girtina partiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl rejîma xwe yî bişavtin, îmha û înkar ya dîktayê ava bike.”

‘EV MUDAXILEYA LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ YE’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, 236 endamên Komeleya Nivîskarên Kurd hene û ji van endaman gelek jê helbestkar, çîroknûs, romanûs in û gelek endamên wê jî di heman demê de endamên PENA Navnetewî ne. Hat diyarkirin ku, beriya girtina komeleyê jî, endamên komeleyê rastî pêkûtiyan dihatin û ji ber piraniya endamên wan karmend in, gelek ji bi Birryarnameyên di Hukmên Qanûnan de ji peywirê hatin dûrxistin û ji akr hatine avêtin.

Hat destnîşankirin ku, girtina Komeleya Nivîskarên Kurd ne tenê mudaxileyeke li ser wêjeya kurdî ye û wiha hat gotin: “Ji ber ku zimanê kurdî di nav sînorên Tirkiyeyê de nayê nasîn û bi zimanê kurdî perwerde nîne berpirsiyariya komeleya me di heman demê de parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ye jî. Ji ber wê yekê ev mudaxale mudaxaleyek li ser zimanê kurdî ye jî.”

‘WÊ PÊNÛS LI DIJÎ BIŞAVTIN Û FAŞÎZMÊ XWEPARASTINA XWE BIKE’

Di berdewamiya daxyaniyê de wiha hat gotin: “Komeleya Nivîskarên Kurd a ku ji sala 2004’an ve heta niha pênûsa Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û Celadet Bedirxanan ji xwe re kiriye ala û xebatên xwe yî wêjeyî û rewşenbîrî didomîne, wê li dijî van pêkûtiyên AKP’ya ku bûye dergevanê mohrkirina deriyan serî netewîne û wê pênûsa xebatên wê li dijî vê dîktatorî, bişavtin û faşîzmê xweparastina xwe bike.

Komeleya Nivîskarên Kurd wê li dijî van êrîş û pêkûtiyan serî netewîne û bi şaxên xwe, rêveberî, endam û xwendevanên xwe her qadên jiyanê ji bo xwe wek pirtûkxane, çalakî û xebatên xwe dê her bidomîne. “