ENQERE – Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi boneya 10’emîn wefata salvegera wefata Orhan Dogan peyamek weşand. HDP diyar kir ku têkoşîna aştî û edaletê tunebûna Orhan Dogan dijî û di peyamê de cih dan van gotinên Dogan: “Hogirno ji ber ku min ji we re aştî pêk ne anî lêborîna xwe dixwazim.”
Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi boneya 10’emîn salvegera wefata Parlamenterê berê yê DEP’ê Orhan Dogan ku di 29’ê hezîrana 2007’an li Bazîdê di Mîhrîcana Çand-Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî de bi qirîza dil çû ser dilovaniya xwe daxuyaniyekî nivîskî weşand. HDP di daxuyaniyê ev tişt got: “Piştî 10 salan di têkoşîna me aştî û edaletê de em tunebûna wî hîs dikin û dijîn û ev kêmasî didome.
‘MÎRASA TE GIRANBÛHA YE’
Orhan Dogan yek ji wan kesayetan bû ku hemû jiyana xwe di ber têkoşîna demokrasiyê, aştî û mafê mirovan de derbas kir. Beriya hevrê Orhan Dogan ji nav me koç bike, gotibû ‘Hogirno ji ber ku min ji we re aştî pêk ne anî lêborîna xwe ji we dixwazim.’ Orhan Dogan û hemû cangoriyên di têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dan xwedî mîrasek giranbûha ne û cihek girîng digirin.
‘EM TE JIBÎR NAKIN’
Li seranserî jiyana xwe de her tim rastî zilm, êrîş û neheqiyan hat. Lê tu carî serî netewand. Hem li derve hem jî li girtîgehê her tim berxwedan û têkoşîna xwe ya bi wate danî holê. Tu demê ji deve wî aştî xelas nebû. Di dilê gelê me de xwedî kesayetek giranbûha cih girt. Me rêzdar Orhan Dogan jibîr nekir û em jibîr nakin.”