SÊRT - Li Şîrwanê, di encama hezaza ocaxa madenê ya aîdî Koma Cînerê de, ji karkerên di bin axê de man, cenazeyê karkerê bi navê Yavûz Yildiz jî hat derxistin.
Li gundê Madenê yê Şîrwana Sêrtê li ocaxa madenê ya aîdî Koma Cînerê di 17'ê mijdarê de hezaz pêk hatibû. Ji karkerên di bin axê de man, cenazeyê ajokarê qamyonê Yavûz Yildiz jî hat derxistin.
Cenazeyê Yildiz ê ji bin hezazê hat derxistin û yekpareyiya bedena wî tune bû, ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Wê cenazeyê Yildiz piştî karên otopsiyê li Şîrwanê bê definkirin.
Di lêgerînên zêdeyî 21 rojê de, berê 13 cenaze hatibûn derxistin, lê hîn jî di bin axê de 2 cenaze mane û lêgerînên li hezazê didomin.