AMED – Dadgeha Îstînafa Dîlokê, 3 sal û mehek û 15 roj cezayê ku li Rojnamger Îsmaîl Eskîn hatibû birîn erê kir.
4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi hinceta di hesaê Twîtterê de qedexeyên derketina derve, binpêkirina mafê mirovan û êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê parve kirine bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” ceza birîbû. 3'emîn Daireya Dadgeha Îstînafa Dîlokê, 3 sal û mehek û 15 roj cezayê ku li Rojnamger Îsmaîl Eskîn hatibû birîn erê kir.