COLEMÊRG - Maşîneya li Geverê ketibû avê û cenazeyê zarokê bi navê Mîraç Onal ê 6 salî li ber avê çûbû, piştî lêgerînek demdirêj cenazeyê wî hat dîtin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê maşîneyek ketibû çepê Zapê, termê zarokê 6 salî Mîraç Onal jî li ber avê çûbû. 12 roj bû li termê zarokê piçûk digeriyan û herî dawî hat dîtin. Ambûlansa ku hat cihê bûyerê, cenazeyê Mîraç rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Di 17'ê Hezîranê de li herêma gundê Suustuyê ya Geverê qezayek pêk hatibû û maşîneya Aydin Onal ketibû ava Zapê. Di maşîneyê de 9 kes hebûn û di qezayê de Banu, Elîfe û Cemre Onal jiyana xwe ji dest dabûn, 5 kes jî birîndar bûbûn. Cenazeyê Mîraç jî li ber avê çûbû.