ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku dê HDP tev li Meşa Edaletê bibe an na, dê sibê di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de diyar bibe û dê ev yek li ser temsîla HDP'ê pêk bê.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, li Meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Yildirim bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên li Girtîgeha Sîncanê tên girtin û aşkera kir ku greva wan 113 roj in didome û aşkera kir ku ew di pêvajoyeke bi exlaq û wijdanî re derbas dibin. Yildirim got ku "Ev hevrêyên me îro jî bên tedawîkirin, dê bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû bimînin" û wiha pê de çû: "Divê sedemên ku vê greva birçîbûnê ji holê rakin bên avakirin."
'ME DI ROJA DESTPÊKÊ DE DESTEK DA'
Yildirim li ser Meşa Edaletê jî rawestiya û da zanîn ku wan di roja destpêkê de piştgirî daye meşê û diyar kir ku der barê Meşa Edaletê de axaftinên reşkirinê destpêkirine û wiha axivî: "Çi tê gotin 'Aliyên meşê yên bi terorê re têkilî hev hene'. Êdî hatiye cihekî wisa ku wekîlekî hikumetê dibêje ku 'me ev rê ji bo terorîst bimeşin çê nekirine'. Wekî ku ev rêyana bi malbat û perêyên xwe çêkirine. Wekî ev rê malê hikumetê ne. Birêz wezîr ji bîr nekin, ev rê bi keda 80 milyok kesî hatiye çêkirin. Ka destpêkê bên ser hişê xwe."
Yildirim piştre pirsên rojnamegeran bersivan. Li ser nûçeyên dê HDP li Kandirayê tev li Meşa Edaletê bibe jî Yildirim ev bersiv da: "Em li gel vê meşê ne, piştgiriyê didinê. Em dê li cihekî tev li vê meşê bibin, me di nava xwe de nîqaş dikir. Dê dibê di MYK'ê de zelal bibe. Em tu carî li derveyê wê meşê nefikirî ne."