Odeya Avahîsazan: Sûrê ji mîrateya dîrokî û çandî dûr dixin

AMED – Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazên Amedê Şerefhan Aydin diyar kir ku piştî xerakirina li Sûrê avahiyên tên çêkirin ne li gorî dîrok û çanda Sûrê ne û wiha got: “Daxuyaniyên ji bo Sûrê tên dayîn, ne li gorî parastina mîrasên çand û dîroka Sûrê ne. Daxuyanî li derveyî rastiyê ne.”

Şaxa Odeya Avahîsazên Amedê li ser xerakirina taxên Sûrê yên di qedexeya derketina derve de hatin hilweşandin raporek amade kir. Têkildarî mijarê avahîsazan li odeya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û raporê aşkere kirin. Hevserokê Odeyê Şerefhan Aydin raporê xwend. Aydin diyar kir ku 6 taxên Sûrê bi çekên giran hatin xerakirin, 20 hezar şênî koçber bûn û li navçeya dîrokî gelek şûnwarên dîrokî ku tescîla wan heye hat rûxandin.

‘MÎRATEYA CIVAKÊ JI HOLÊ HAT RAKIRIN’

Aydin da zanîn ku Sûrê anîn rewşa ne jiyankirinê û wiha got: “Mîrateya dîrokî û çandî ya civakê ji holê rakirin. Ev rastî hemû li ber çavan e. Li gel van rastiyan jî desthilatdarî têkildarî Sûrê daxuyaniyan dide û ev daxuyaniyên wan ji rastiyê dûr in. Tu eleqeya daxuyaniyên wan bi parastina mîrateya çand û dîroka Sûrê re nîne.”

Aydin di berdewamiya aşkerekirina raporê de bal kişand ser taybetmendiya dîrokî ya Sûrê, kolanan û derbarê cihên hatine xerakirin de jî agahî dan û raporê bi rêzkirina tespîta xeletiyên li Sûrê bi dawî kir.