Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo danişîna Yuksekdagê bang li jinan kir

ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo danişîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê banga tevlîbûnê li jinan kir û wiha daxuyand: “Ev sekn, sekna jinek birûmet e ku li hemberî êrîşên nefretî serî netewandiye."

Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo danişîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê ku li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin bang li jinan kir. Danişîna Yuksekdagê dê di 4'ê Tîrmehê saet di 14.00'an de li Edlieya Enqereyê bê dîtin. Meclîsa Jinan a HDP’ê di daxuyaniyê de balê kişand ser rewşa pergala hevsarokatiyê û betalkirina parlamenterî û hevserokatiya Yuksekdagê û wiha got: “Ev sekn, sekna jinek birûmet e ku li hemberî êrîşên nefretî serî netewandiye. Em li benda hemû jinan e ku tevlî danişîna dozê bibin.”