ŞIRNEX - Di 10'emîn salvegera mirina wî de hevrê û xizmên wî li ser gora wî Parlementerên DEP'ê yê berê Orhan Dogan bi bîr anîn.
Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê berê Orhan Dogan ku di 24'ê Hezîrana 2007'an de jiyana xwe ji dest da, di 10'emîn salvegera mirina xwe de li Goristana Asrî ya Cizîrê li ser gora xwe hat bibîranîn. Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, parlementerên DEP'ê yên berê Selîm Sadak, rêveberê Weqfa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan tahmaz, Ayşe Semîha Baban, Gulten Kaya, hunermend Feryal Oney, Parêzer Eren Keskin, rêveberên HDP û DBP'ê, malbata Dogan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
‘JI BER KU ME AŞTÎ NEANÎ BARIŞI GETİREMEDİĞİMİZ İÇİN ÖZÜR DİLERİZ’
Rêveberê Weqfa Aştiyê ya TirkiyeyêHakan tahmaz di bîranînê de axivî û axaftina Dogan ya dawî ku li Mîhrîcana Çand û Turîzmê ya Ehmedê Xanî ku li Bazîdê hat lidarxistin de bi bîr xist. Tahmaz, anî ziman ku wan mîrateya Dogan dewr girtiye, lê ji ber ku hîn jî wan aşît neaniye ew lêborîna xwe ji Dogan dixwazin.
Paşê Ayşe Semîha Baban axivî û nivîsa ku Yaşar Kemal ji bo Dogan nivîsandibû xwend: "Orhan Dogan mirovek cuda bû. Min heyirandibû. Di vê serdemê de ez ne li benda mirovekî wisa bûm. Behsa xwe nake. Behsa mirovên ku ji wan hez dike û hurmetê nîşanî wan dide dike. Orhan Dogan baş Tirkiyeyê nas dikir. Parêzerekî mezin bû. Ji bilî parêziya xwe xwedî çandeke mezin bû. Parlementerekî ku bi nasnameya xwe ya kurd ket parlementerê. Axaftinên wî yên li Meclîsê axaftinên dîrokî ne. Parêziyên wî yên dadgehê jî wisa ne. Dizanim dê hin mirov îtirazî van gotinên min bikin, lê xem nake."
Piştî axaftinan li ser gora Dogan dua hatin xwendin. Paşê kesên beşdarî bîranînê bûn beşdarî mewlûda ku ji bo Dogan hat dayîn jî bûn.