NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku wan li Reqqayê dora DAIŞ'ê girtiye û bajar bi temamî dorpêç kiriye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Reqqayê bi temamî dorpêç kiriye. QSD, ragihand ku wan riyên revê yên DAIŞ'ê girtine.
Berdevkê Koalîsyonê Mîralay Ryan Dîllon jî got ku hemû riyên sereke yên başûrê bajêr di dest QSD'ê de ne.
Ryan Dîllon wiha axivî: "QSD, ji çend milan ve bi ser şervanên DAIŞ'ê yên ku pêşengên wan jî dev ji wan berdane diçe."