ÎZMÎR - Li Çaltilidereyê, li ser erdê avî destûra projeya Herêma Pîşesaziyê ya Çêkirina Yat û Lotkeyan hat dayîn. Derket holê ku di dayîna raporê de tiliya Serokê AKP'a Navçeyê ya Narlidereyê Aslan Bîlgî heye.
Li Gundê Çaltilidere yê navçeya Alîaga ya Îzmîrê, li ser hezar û 200 donim erdê avî destûra çêkirina projeya Herêma Pîşesaziyê ya Çêkirina Yat û Lotkeyan hat dayîn. Derket holê ku ji bo çêkirina cih rapora "Ne qada avî ye" hatiye dayîn. Her çi qas gelê herêmê bertek nîşan da û li ser biryara Komîsyona Zanyarî ya Waîltiya Îzmîrê jî, walîtiyê statuya "qada avî" neda herêmê. Projeya ku gelek caran berpêşî komîsyonê hat kirin tim bi paş ve hat şandin. Lê belê, li ser daxwaza Walîtiya Îzmîrê der barê projeya ku komîsyon ew paş ve dişand de rapora lêkolînê hat amadekirin.
Hîn dihat payîn ku herêm wek "qada avî" bê îlankirin, lê derket holê ku Seroka Beşa Nêçîr û Teknolojiyê ya Fakulteya Berên Avî ya Zanîngeha Îzmîrê Prof. Dr. Şukran Çakli û Prof. Dr. Alî Kara, Prof. Dr. Celalettîn Aydin û Doç. Dr. Ozgur Altan der barê herêmê de rapora "Ne herêma avî ye" amade kirine.
Di raporê de der barê herêmê de tespîtên ecêb cih girtine. Di raporê de ji bo Çaltilidere Haciahmet Koyûnê wiha hat gotin: "Di serî de ji bo masiyan û çivîkên avî û hemû nebat û heywanên ku di warê ekolojî û bazirganiyê de nirxek wan hebû êdî ji wê taybetmediya xwe ya qada jiyanê ketiye. Hat dîtin ku ne qada avî ye."
DI PROJEYÊ DE TILIYA SEROKÊ AKP'Î HEYE
Hat îdiakirin ku Serokê AKP'a Navçeyê ya Narlidereyê Aslan Bîlgîn serokê Kooperatîfa Cihê Karê Giştî ya Îmalatkarên Lotke û Yatan ya Îzmîrê (YATEK) ye. Hîn nîqaşên der barê projeyê de didomiyan, Bîlgîn daxuyandibû ku di navbera Emlaka Netewî û Kooperatîfa Yatê ya Çaltilidereyê de pêşpeymanek hatiye çêkirin û her wiha li ser înternetê firotin dest pê kir.
LI SER FERMANÊ RAPOR AMADE KIRIN'
Rêveberê Komeleya Xwezayê û endamê Komîsyona Qada Avî ya Bajêr Goker Yarkin, got ku 3 sal in ku proje bi heman awayî dişînin Komîsyona Zanyarî ya Walîtiya Îzmîrê. Yarkin, diyar kir ku wan fêm nekiriye ku ji vo çi Bîlgînê AKP'î di projeyê de israr dike û li gor lêkolînên wan Bîlgîn Serokê Kooperatîfa Yatê ye. Yarkin, got ku mebesta israra di projeyê de bi vî awayî derdikeve holê. Yarkin, anî ziman ku ji bo projeyê Bîlgîn tim bi ser walî de çûye û her çi qas 15 endamên komîsyonê proje red kiribin jî walîtiyê herêmê wek "qada avî" îlan kiriye. Her wiha Yarkin got ku ji ber ku Gerînendeyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) israr kiriye ku herêm qada avî ye hatiye sirgûnkirin.
Yarkin, diyar kir ku rapora ku ji aliyê Zanîngeha Egeyê ve hatiye amadekirin raporeke skandalî ye. Yarkin got ku, tu bingeheke raporê ya zanistiyî tune ye. Yarkin, parast ku akademsîyenên ku navên wan derbas dibin ne pisporê vê mijarê ne. Yarkin got ku, rapor li ser fermanan hatiye amadekrin.
RAPOR RASTIYÊ NADE DER
Ji Navenda Stratejiyên Kentê Alî Riza Avcan jî parast ku, rapor rastiyê nade der û akademîsyenên ku îmzeya wan di bin raporê de hene jî hatine îknakirin. Avcan, anî ziman ku li gel raporê li ser înternetê ji bo firotinê berpişkirina herêmê jî derhuqûqî ye.
Cihan Başakçioglu - dihaber