COLEMÊRG - Botanê 3 salî, salek e diya xwe Nezehat Kaya ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye nabîne, piştî ku bi riya telefonê bi diya xwe re diaxive bi saetan digirî. Botan tevî diya xwe 3 mehan di girtîgehê de ma û dema bavê wî hat berdan, ew jî hat berdan.
Zarokê Ayhan Sakli û Nezehet Kaya Botanê 3 salî, yek ji wan zarokan e ku dayika wî di girtîgehê de ye û ew dûrî dayika xwe ye. Dayika wî di 7'ê Tîrmeha 2016'an de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Li ser navê rêxistinê birêvebirina fealiyetan" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê û ji ber ku sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatiye kirin ev 3 meh in Botan dayika xwe nabîne û her ku dayika wî telefon dike bi saetan digirî.
TEVÎ DÊ Û BAVÊ XWE DI HEMAN GIRTÎGEHÊ DE MA
Bavê Botan Ayhan Sakli dema di sala 2009'an de endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, bi îdiaya birêvebirina fealiyetên siyasî piştî 6 salan şûnde dema kurê wî Botan sal û nîvek bû hat girtin. Piştî ku bavê wî hat girtin mecbûr ma ku ew jî têkeve heman girtîgehê. Bavê wî di 12'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Piştî ku bavê wî hat girtin bi 10 rojan wî jî şandin cem diya wî ya di heman girtîgehê de bû û 3 mehan tevî dayika xwe di girtîgehê de ma. Dema bavê Botan, Sakli di 2'yê Adara 2017'an de hat berdan ew jî tevî bavê xwe "tehliye" bû.
Bav Sakli diyar kir ku Botan digot qey girtîgeh mala hevalên dayika wî ne û wiha got: "Dema ez jî hatim girtin êdî zarok nikaribû li derve îdare bike û piştî 10 rojan şûnde ew şandin cem dayika wî. Ez li Bloka C'yê dimam û hevjîn û kurê min jî li Bloka A'yê ku 50 metre dûrî min bû diman. Lê belê me qet hevdu nedît. Çimkî, ji ber OHAL'ê hevdîtina ji bilî malbatan tune bû. Ji ber ku mara min a fermî tune ye, min nikaribû bibîne. Dema tehliye bûm, min Botan wergirt cem xwe. Dema cara ewil ez dîtim kir qîrîn û ez hembêz kirim û ji ber vê hemû kesên li wir giriyan."
3 MEH IN DAYIKA XWE NABÎNE
Sakli, diyar kir ku herî dawî Botan di 28'ê Adarê de dayika xwe dîtiye. Sakli got ku, dema ew di serê Nîsanê de ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê ew pê hesiyane ku hevjîna wî neqlî Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê kirine. Sakli, diyar kir ku berî ew bê girtin ew di Şaredariya Colemêrgê de wek karkerê taşeronî dixebitî, lê belê piştî hat girtin ew ji kar hatiye derxistin. Sakli got ku ji ber ku rewşa wî ya aborî nebaş e ew nikare Botan bibe Enqereyê û wiha axivî: "Ji ber ku Enqere zaf dûr e û rewşa me ya aborî jî nebaş e em nikarin ji bo serdanê biçin. Heke biçim Enqereyê jî nahêlin em hevdu bibînin. Ji ber vê em nikarin biçin serdanê."
DEMA TELEFON TÊ GIRTIN BI SAETAN DIGIRÎ
Sakli, dest nîşan kir ku niha Botan 15 rojan carekê bi riya telefonê tenê 10 deqîqeyan dengê dayika xwe dibihîse û wiha got: "Tenê Botan 15 rojan carekê bi riya telefonê dikare bi diya xwe re biaxive. Jixwe ji bilî mijarên hewcedar hemû deqîqe ji bo Botan in. Herî dawî di 20'ê Hezîranê de bi dayika xwe re axivî. Xwest dayika wî bê û wî bibe parkê. Dema telefon hat birîn dîsa ket stresê û bi saetan ji bo diya xwe giriya."
DIBÊJE QEY DIYA WÎ LI KAR E
Sakli, anî ziman ku dema ew ne li cem wî be Botan xwarinê jî naxwe. Sakli got ku Botan dibêje qey dayika wî çûye kar û wiha domand: "Botan bêyî min kêliyekê jî nasekine. Dema biçim cihekî mecbûrî wî jî bi xwe re dibim. Ji ber vê nikarim karekî bibînim û bixebitim."