Meşvanên Edaletê: Li benda me be Stenbol

SAKARYA - Meşvanên Edaletê ku rojê 20 kîlometre rê dimeşin li ber strana "Bekle Bîzî Îstanbûl" (Li Benda Me Be Stenbol) ber bi Stenbolê ve dimeşin.

Meşa Edaletê ya bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve ha destpêkirin di roja 16'emîn de didome. Her ku diçe hejmara kesên beşdarî meşê dibin zêde dibe. Meşvanên ku dê piştî 150 kîlometre rê bigihîjin Stenbolê bi dirûşmeya "Bekle Bîzî Îstanbûl" (Li Benda Me Be Stenbol) dimeşin.

Bi hilatina rojê re meşvan hişyar dibin û ewil konên ku bi şev vedane radikin. Bi sedan kesên ku ji çar aliyê welat ve tevlî meşê bûne, di dema saeta taştê de ber bi qada ku dê start lê bê dayîn ve diçin. Piştî amadekariyan bi hevdu re derdor tê paqijkirin û meşvan bi awayekî kortejî dest bi meşê dikin. Berî meş dest pê bike her sibeh Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû daxuyaniyekê dide û li hemberî hewldanên provakasyonî meşvanan û gel hişyar dike.

'CARINAN HIN KES JI XWE DIÇIN'

Di meşê de rojê 3 caran bêhnvedan heye. Bêhnvedana herî dirêj ya navbera nîvroyê ye û êvarî meş bi dawî dibe. Piştî xwarinê belgefîlm tên temaşekirin û sohbet tên kirin. Sohbet û nîqaş heta dernegê şevê didomin. Meşvan bi nêvengî rojê 20 kîlometre rê dimeşin û ji ber ku hewa germ e hin kes ji xwe diçin.

KILIÇDAROGLÛ JÎ DIRÛŞMEYAN BERZ DIKE

Ji roja ku meş dest pê kiriye heta niha hewldanên provakasyonî hene. Herî zêde li Duzceyê ev provakasyon xwe dan der. Lê belê provakasyon jî nikarin li pêş meşa çalakvanan bibin asteng. Meşvan bi çepik û berzkirina dirûşmeya "Heq, Huqûq, Edalet" bersiva provakasyonan didin. Kiliçdaroglû jî li çepikan dide û dirûşmeyan berz dike.

Her roj ji bajarên cuda kes beşdarî meşê dibin. Gel ji Edîrne, Gîresûn, Antalya, Tokat û hwd. tên. Ji extiyaran heta teqawîdan, ji jinan heta ciwanan her kes tevlî meşê dibe.

Her roj şaredariyeke CHP'î pêdiviya xwarin û vexwarinê ya meşvanan bi cih tîne.