Ceyş El-Siwar: Hedefa Tirkiyeyê Îdlîb e

REQQA - Yek ji fermandarên Ceyş El-Siwar ku tevlî "Cenga Mezin" a li Reqqayê bûye, Ehmed Sûltan Ebû Erac der barê dagirkirina Efrînê ya di rojeva Tirkiyeyê de ye wiha got: "Armanca sereke ya Tirkiyeyê dagirkirina Îdlîbê ye. Ji bo vê li ser sînor hin koman jî perwerde dike û dê ji bo êrîşê wan ber bi herêmên me ve bişînin."

Li Reqqayê operasyona "Cenga Mezin" ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat destpêkirin, bênavber didome. Operasyona li tevahiya bajêr didome û ev çend roj in ku şervan li her derê belav bûne. Di vê çarçoveyê de şervanan Gundê Kesrît Efanê rizgar kir û bi temamî dorpêç kirine. Yek ji fermandarên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) ku di nav operasyonê de cih digirin Ehmed Sûltan Ebû Erac, der barê geşedanên dawî yên li Heleb, Efrîn û Îdlîbê de agahî dan.

TIRKIYE JI SERÎ DE PLANA XWE KIRIYE

Erac, anî ziman ku li dijî DAIŞ'ê pevçûnên herî dijwar li herêma Şehbayê diqewimin, lê di demên dawî de li wê herêmê Tirkiye li dijî wan amadekariyên êrîşan dike. Erac, dest nîşan kir ev amadekarî hem di warê siyasî hem jî diwa rê leşkerî de tên kirin. Erac, got ku Tirkiye dixwaze bi wan re şer bike û dixwaze van êrîşan tevî Rûsyayê bike. Erac, diyar kir ku ew ê bersiva her cure êrîşan bidin. Erac, dest nîşan kir ku Tirkiye Îdlîbê kiriye navenda komên leşkerî û siyasî yên ku piştevaniya wan dike û wiha got: "Piştî ku Tirkiye û Rûsya li hev kirin hemû çeteyên li Hama, Humûs, Heleb, Şam û deverên din li van deran hatin bicihkirin. Kesên ji Heleb û cihên din derketin hatin vir. Ji serî de plana Tirkiyeyê ev bû."

HEDEF DAGIRKIRINA ÎDLÎBÊ YE

Erac, got ku derdê Tirkiyeyê ne parastina gel e, dixwaze Îdlîbeke "Turkî" biafirîne. Erac, diyar kir ku Tirkiye ji zûde dest bi xebatên vê yekê kiriye û wiha axivî: "Dê vê herêmê jî têxin bin kontrola xwe û wek xeta derbasbûna leşkerî bi kar bînin. Tê xwestin ku çeteyên ku li bajarên din ên Sûriyeyê hatine dorpêçkirin û tengijîne di van deran re bên xelaskirin. Kesên ku dê xelas bikin zilamên MÎT'ê yên di nav DAIŞ û El Nusrayê de ne. Armanca sereke ya Tirkiyeyê dagirkirina Îdlîbê ye. Ji bo vê li ser sînor hin koman jî perwerde dike û dê ji bo êrîşî wan ber bi herêmên me ve bişînin."

JI BO GEL LI HER DERÎ NE

Erac, dest nîşan kir ku ji bo rizgarkirina gelê Sûriyeyê ew hatine Reqayê û di bin banê QSD'ê de ew tevlî operasyonê bûne. Erac, anî ziman ku li Sûriyeyê navenda herî mezin a DAIŞ'ê Reqa ye û wiha axivî: "Ji bo em bajarê xwe ji wan bistînin em ji Şehbayê ber bi Reqayê ev hatin û şer dikin. Di nav hêzên me de kurd, ereb û suryan hene. Ji Heleb, Hama, Humûsê jî şervan di nav me de hene. Gelek kesên îdlîbî jî di nav me de hene. Di navbera me de tu ferq tune ye. Em amade ne ku li Hesekê, Reqqa, Dêra û Derayê ji bo gelê xwe bitêkoşin."

Nazim Daştan-dihaber