Bi hinceta 'bonzaî vexwariye' îşkence lê kirin: Ji leşkeriyê firar kir

AMED Bi dehan leşker û fermandar tam şevekê îşkence li Muhammed Ûçakçiyê ji Amedê ye û li Çerkezkoya Tekirdagê leşkeriyê dikir kirine. Ji ber îşkenceyê lebatên Ûçakçi texrîb bûne û gelek deverên canê wî reş bûne û şikiyane. Piştî îşkenceyê Ûçakçi ji leşkeriyê fîrar kir.

Li 3'yemîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Çerkezkoya Tekirdagê, gelek leşker û fermandar tam şevekê îşkence li ciwanê bi navê Mûhammed Ûçakçi yê ji Amedê kirine. Bûyer di meha Gulanê de qewimiye û ji ber vê îşkenceyê gelek lebatên hundurîn ê Ûçakçi texrîb bûne û gelek deverên canê wî reş bûne û şikiyane. Piştî îşkenceyê Ûçakçi ji leşkeriyê firar kir û ji ber ku firar kiriye nikare tedawî bibe.

Dayik Munevver Ûçakçi, diyar kir ku roja bûyerê fermandarekî ku bi navê Hesen xwe daye naskirin li wê geriyaye û gotiye "Kurê te nehsî kirine. Me wî anî nexweşxaneyê" û wiha axivî: "Ez tirsiyam ku tiştek hatiye serê kurê min." Ûçakçi, diyar kir ku roja dinê kurê wê firar kiriye û çûye cem xaltîka xwe ya li Stenbolê û ew li wir hîn bûne ku tiştekî wisa hatiey serê kurê wê. Ûçakçi wiha got: "Şeva ku fermandar li min geriya, wê şevê li qawîşa ku kurê min lê bûye leşkeran hemûyan bonzaî vexwariye. Dane kurê min jî û kurê min krîz derbas kiriye."

‘GEF LÊ XWARINE'

Dayik Ûçakçi, ragihand ku heta demeke dirêj jî kurê wê li erdê maye û leşker bi vî awayî ketine ser dilê kurê wê û lê dane. Ûçakçi wiha axivî: "Li qawîşê tenê leşkerekî kurd ku ji Mêrdînê ye hevalê wî ye. Ji xwe ji roja ku çûye ji kurê min û hevalê wî yê mêrdînî hez nakin. Gotibû gefan li me dixwin. Îhtimal e ku ji ber vê wisa kirine."

‘FERMANDAR TENÊ TESTA XWÎNÊ KIRIYE'

Ûçakçi, anî ziman ku leşkerê mêrdînî li fermandar geriyeya û bi ambulansê kurê wê yê krîz derbas kiriye birine û wiha domand: "Li gor vegotinên kurê min, di ambulansê de fermandarek û 2 leşkeran lê daye. Piştî ku ambulans li nav bajêr tûrek avêtiye dubare ew anîne û fermandar kurê min daye leşkeran. Gotiye 'hûn çi dikin jê bikin.' Leşkerên li qawîşê jî kurê min daxistine jêrzemînê, destên wî bi ranzayê kelepçe kirine û heta sibehê ku ji xwe çûye lê dane. Dema rewşa wî xerab bûye ew rakirine nexweşxaaneyê, lê rapor nedanê. Tenê fermandar testa xwînê kiriye."

Ûçakçi, da zanîn ku roja dinê kurê wê bi wî halî xwe di ser têlan re avêtiye û firar kiriye û çûye nexweşxaneyeke Çerkezkoyê. Ûçakçi wiha got: "Li vir rapor dane wî. Bijîşk xwestiye li nexweşxaneyê razê, lê bi tirsa ku dê wî bibin qawîşê ji nexweşxaneyê derketiye. Çûye cem xaltîka xwe ya li Stenbolê."

FERMANDAR ANÎNA BONZAIYÊ QEBÛL KIR

Ûçakçi, diyar kir ku dema ew pê hesiyane wan berê xwe daye Stenbolê û çûne cihê ku kurê wan leşkerî lê dikir û wiha domand: "Em bi feramndarekî re axivîn. Fermandar ji me re got 'Her der dar in û têl dûr in. Ji çarşiyê bonzaiyê tînin. Ma ez ê çawa bibînim.' Fermandar got ku roja li kurê min xistine ew destûrdar bûye û hayê wî ji tiştekî tune ye."

NIKARE BIÇE NEXWEŞXANEYÊ

Ûçakçi kurê xwe anî Amedê, lê ji ber ku nasnameya kurê wê ne li ser e nikare biçe nexweşxaneyê. Ûçakçi, got ku gelek caran ew çûye şaxa leşkeriyê û wiha axivî: "Halê kurê min ne tu hal e, derûniya wî zaf xerab e. Wî bibim kîjan nexweşxaneyê nasnameyê dixwazin. Ev 15 roj in kurê min zaf ditirse û dibêje qey em ê wî dubare bişînin leşkeriyê, nayê malê jî. Li kuderê dimîne çi dike nizanim." Ûçakçi diyar kir ku ew ditirse ku kurê wê întihar bike û wiha got: "Kurê min tim dibêje 'heke biçim leşkeriyê dê min bibin heman qawîşê û vê carê yê min bikujin.' Ji malê jî reviya. Nikare biçe nexweşxaneyê jî. Derûniya wî zaf xerab e. Ditirsim ku tiştek bê serê kurê min."

Ûçakçi, ji bo piştevaniya huqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û wiha got: "Hadê em bêjin kurê min pêgirtiyê bonzaiyê ye. Ma divê îşkence lê bê kirin? Cezayê wî çi be bidinê. Ji bo çi hûn lê didin? Ez ê giliyê wî fermandarî û wan leşkeran bikim."