Erdogan dijminatiya li dijî kurdan sor dike

NAENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, bal kişand ser ziyareta Erdogan a li Rihayê û axaftinên wî û wiha got: "Di axaftinên xwe yên li Rihayê de bang li penaberên ereb jî kir. Di van axaftinên xwe de hewl dida di nav penaberên ereb de jî dijminatiya li dijî kurdan sor bike."

Niviskarê rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser ziyareta Serokê AKP'î û Serokomar Tayyîp Erdogan hewldanên wî yên li dijî Rojava. Nivîsa pîr ya rojnameyê wiha ye. Tayyip Erdogan beriya cejnê li navçeyên li ser sînor ên Rihayê axivî. Di axaftinên xwe de diyar kir ku ew destûra avakirina dewletekê li bakurê Sûriyeyê nadin. Bêguman tiştê ku dixwaze bibêje ew bû ku naxwaze gelê kurd ê li rojavayê Kurdistanê mafên xwe bi dest bixe. Heke li Rojava gelê kurd mafên xwe bi dest bixe, ev rewş dê bandorê li kurdên Bakur jî bike. Li ku dera cîhanê gelê kurd mafekî xwe dema bi dest xist, Tayyîp Erdogan dibe dijminê wê destkeftiyê. Li Ewropayê kurd dixwazin meş û protestoyên demokratîk bikin, Erdogan hewl dide ku wî dengî jî qut bike. Di axaftinên xwe yên li Rihayê de bang li penaberên ereb jî kir. Di van axaftinên xwe de hewl dida di nav penaberên ereb de jî dijminatiya li dijî kurdan sor bike.

Di vê demê de ku li bakurê Sûriyeyê kurd û ereb di nava jiyaneke hevbeş de û li ser esasê biratiya gelan dijîn, Erdogan dixwaze vê hevgirtinê parçe bike û gelên kurd û ereb bîne dijberî hev. Di esasê xwe de dixwaze kurd û erebên li Rihayê jî bike dijminên hev. Ji bo avakirina civakeke noker a ji pêkhateyên ereb ên li Rihayê, bi zanebûn dikeve nava van hewldanan. Ji bo vê yekê jî olê bi kar tîne. Ger di demên pêş de di navbera kurd û erebên Rihayê de şer derkeve, qet şaş nebin. Li Rihayê rêxistinên çete jî ava dike.

Di dema desthilatdariya Mîlliyetçî Cephe ya di salên 1970’yî de, MHP’ê xwe di nava saziyên reforma axê de bi rêxistin kiribû. Di vê çarçoveyê de jî li navçeyên Kaniya Xezalan û Herranê dijminahiya li dijî kurdan bi pêş dixist. Ji xerabiya ku MHP’ê di salên 1970’yî de li Rihayê pêk anî hêj xerabtir jî niha AKP dixwaze li Rihayê pêk bîne. Vê carê dixwaze demografyaya herêmê jî biguherîne. Ew erebên ku ji Sûriyeyê anîn, niha li Rihayê bi cih dike û bi vê yekê jî dixwaze hevsengiya nifûsa Rihayê biguherîne. Ev jî sûcekî qirkirinê ye. Pêşdîtinên di Plana Islahê ya Şerqê ya di 1926’an de niha li Rihayê di meriyetê de ne. Bi bicihkirina yek netew, yek welat, yek al û yek dewletê re li Rihayê cewhera Plana Islahê ya Şerqê derdixin holê. Tayyîp Erdogan dixwaze ev erebên ku li ser sînor bi cih kirin, di demên pêş de li dijî rojavayê Kurdistanê bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî di nava van ereban de rêxistinên çete ava dike. Çawa ku di salên destpêkê yên Şoreşa Rojava de çeteyên El Nusrayê di ser Kaniya Xezalan re derbas kirin û di êrîşên Serêkaniyê de bi kar anîn, heman tiştî niha ji bo Girê Spî jî plan dike. Ger ev dijminahiya kurdan nebe gelo çi ye?

Gelemperiya nifûsa Girê Spî ji ereban pêk tê lê ji mêj ve nifûseke mezin a kurd jî li navçeyê heye. Bi êrîşkirina çeteyên DAIŞ’ê gelemperiya van kurdan herêm terk kir. Li hêleke din jî dewleta tirk gelê kurd ê ji Rojava derbasî Bakur bû, teşwîqî Ewropayê dikir. Dewleta tirk dixwaze ku hinek erebên li ser sînor li Rihayê û yên din jî ger bikare dagir bike, dê li Rojava bi cih bike. Tirkmenên ku ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê jî niha di çarçoveya heman planê de li gund û herêmên Bab û derdora wê yên kurdan tên bicihkirin. Ne tenê li cihê kurdan, her wiha li cihên ereban jî tirkmenan bi cih dikin.

Bi xencera tirkmenan dixwazin kantonên Efrîn û Kobanê birîndar bikin. Niha karê herî sereke yê AKP’ê guhertina demografyaya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî nêrîna wan a siyasî çi qas cuda be bila bibe, divê tevahiya gelê kurd li dijî guherandina demografyaya li Kurdistanê bertekên tund nîşan bide. Derdorên ku li dijî guherandina demografyaya Kurdistanê dernekevin, derdorên xayîn û noker in. Divê li hemberî vê yekê hemû partî û saziyên kurdan ên li Kurdistanê bên ba hev û bi deklarasyonekê helwesta xwe ya li dijî guherandina demografyaya herêmê zelal bikin û bertekeke hevpar nîşan bidin. Ev ereb û tirkmen ne tenê li Riha, Wan û Bedlîsê, li gelek deverên din ên Bakur jî tên bicihkirin. Tê gotin ku dixwazin li Amed û Mêrdînê jî van ereban bicih bikin. Ev tişt nayên qebûlkirin. Divê li hemberî vê planê hemû kurd xwedî bertekekî tund bin. Ji ber ku li dijî hebûna kurdan êrîşekê mezin heye.

Divê hemû kurd di serî de Tayyîp Erdogan wek dijminê kurdan bibînin. 3 sal berê jî bi gotina ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ ve digot dê Şoreşa Rojava bifetise. Ew tişta ku wê demê dixwest bi destê çeteyan pêk bîne, niha jî dixwaze rasterast ew bi xwe bike. Gelê kurd li Rojava tenê mafên xwe yên hebûnê dixwazin. Lê Erdogan bi gotinên ‘em destûrê nadin dewletê’, mijarê berovajî dike. Bi vê gotinê dixwaze zemîna êrîşkirina Rojava amade bike. Bersiva pirsa ‘gelo mudaxale bike dê çi encamê bi dest bixe?’ ew e ku dê encam li gorî daxwaza Erdogan nebe. Dê Rojava bibe çirava Tirkiyeyê. Divê gelê kurd van armancên desthilatdariya AKP’ê yên bêxêr bibînin û li gorî vê jî helwestê nîşan bidin.