ENQERE - Bîrdariya di serdema OHAL'ê de 39 rojin di bin çavan de axivî û sûcê xwe qebûl kir. Bîrdariyê îtîraf kir ku sûcê ramanê kiriye.
Bîrdariya Mafên Mirovan a li kolana Yukselê ku wekî 'Jina pirtûkê dixwîne' jê nasîn, di pêvajoya OHAL'ê de 39 rojin di bin çavan de ye. Di pevajoya OHAL'ê de her çend di detpêkê de pêvajoya binçavan 30 roj û piştî demekê daxistin 7+7 rojan jî bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê 39 rojin di bin çavan de ye. Bîrdariya Mafên Mirovan a wekî "Jina pirtûkê dixwîne" tê zanîn û li Kolana Yukselê hatiye çikilandin, ji 22'e Gulanê heta niha 39 rojin di bin dorpêça polîsan de tê girtin. Di serdema OHaL'ê de herî zêde bîrdarî di bin çavan de ma û rekor şikand. Bîrdariya di bin çavan de axivî û sûcê xwe qebûl kir. Bîrdriyê qebûl kir ku sûcê ramanê kiriye. Bîrdariyê bi riya parêzeran pirsên dihaberê bersivnad.
Bîrdariya ku bi riya parêzeran pirs bersivand, diyar kir ku ew di sala 1990'an de ji aliyê peykertraj Metin Yurdanur ve hatiye avakirin û li Kuçeya Konur a Kolana Yukselê hatiye çikilandin. Bîrdariyê anî ziman ku Danezana Mafên Mirovan a Gerdudi di destê wê de ye û li hemberî geşedanên li Tirkiye pêş dikeve xwe li pişt vê danezanê diparêze û wiha got: "Mirov ji bo bigêje van mafên di danezanê de gelek bedel dan. Li kolanan hatin kuştin. Hatin girtin. Rastî pêkanînên dijmirovahiyê hatin. Her ku min ev binpêkirinên mafan dîtin, min bêtir danezan hembêz kir. Heta ku ji destê min tê ez nobeta "Mafên Mirovan" li kolanê digirim. Ji ber ku ez mirov im, ez dixwazim mirov jî mafê xwe zanibin û ji "Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî agahdar bin."
Bîrdariyê xwe ji birsa 'Tu çima hatiye binçakirin?' aciz kir û wiha got: "Ez li mizgeftê nehatim binçavkirin. Sûcê min fikirandine. Min sûcê ramanê kiriye. Ez ji kesên mexdûr û kesên li heq û maf digerim re malovaniyê dikim. Li Tirkiye di çarçoveya sûcê ramanê de 172 rojnameger girtî ne. 12 parlamenter û bi sedan akademîsyen, bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Ez di çarçoveya ramanê de hatim binçavkirin. "
Bîrdariyê bal kişand ser helwesta mirovan a li hemberî binçavkirina xwe û wiha got: "Li ser binçavkirina min gelek tişt tên gotin. Binçavkirina min wêneyê Tirkiye ya nû ye. Nêzîkatiya îktîdarê ya li hemberî ramanêye. Lê yên bi binçavkirina min kêfxweş dibin jî hene. Yên di ber min re derbas bûn û gotin 'Terorîsta pîs' jî hebûn. Binçavkirina min bi min pir xerîb nayê. Hêj nû bîrdariya Ehmedê Xanî birdariya Lamassus, bîrdariya Roboskê, bîrdariya şaristaniya Mervanî, peykerê Ahmed Arif, Orhan Dogan, navê Parka Tahir Eçî rakirin û xerakirin. Li gel rakirin û xerakirina wan binçavkirina min asayî ye."
Bîrdariyê bal kişand ser kesên ku xwe davêjin hembêza wê jî û wiha axivî: "Ji bilî îktîdar û hevkarên wê hemû kesên li edaletê û mafên mirovan digerin û yên rastî neheqiyê hatine xwe davêjin hembêza min. Yên li heq û edaletê digerin yên aştiyê dixwazin tên vir. Dayikên Aştiyê, kedkar, yên ji bo Roboskê li Edaletê digerin, Jin, betal, zarok û hemû kesên mafên wan hatiye binpêkirin tên xwe davin hembêza min. Herî dawî Nuriye Gulmen û Semih Ozakça hatin bûn mêvan. Tişta herî zêde min aciz dike kuştina zarokan e. Li vî welatî hin zarok ji salên temenê xwe zêdetir bi hêjmarên guleyan hatin kuştin. Mînak Ugur Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan hat kuştin. Ceylan Onkol perçe perçe bû. Cemile ya 10 salî li Cizîrê hat kuştin. Berkin Elvan hat qetilkirn û gelek zarokên din."
Birdariyê der barê fezlekeyên der barê wê de bê amadekirin û paşeroja xwe de jî got xwedê û polîs dizanin. Bîrdariyê herî dawî bal kişand ser kesên ew binçavkirine û ji wan xwest carekê danezana mafên mirovan a di destê wê de bixwînin.
Selman Gozelyuz - dihaber