ÎZMÎR / WAN – Li Îzmîr û Wanê di serdagirtinên hem wext de 45 kes hatin binçavkirin.
Duh li Îzmîrê Nobeta Edaletê hat destpêkirin, di saetên sibehê de li dijî gelek navnîşanan operasyon pêk hat. Dîsa hinceta binçavkirin û serdagirtinan medyaya civakî hat nîşandan û hat îdiakirin ku "Propagandaya rêxistinê" kirine. Di serdagirtinê de rêvebera Mala Gel (Halkevleri) Evrîm Çakir, endamê MYK'a Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) Onur Kiliç jî di nav de, herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Miduryeta Polîsan a Bajêr, tê gotin ku dibe hejmara kesên bên binçavkirin zêde be.
Di serdagirtina malan de alavên elektronîk jî hatin destaserkirin.
LI ERDÎŞÊ 35 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di saetên serê sibehê de li gelek gundên Erdîşê serdagirtin pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin. Hat gotin ku li gundê wekî Qerekilîs, Doxançî û Sêvekê 35 kes hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn, hat gotin ji 35 kesan, 27 kes li Qereqola Cendirmeyan, 8 kes jî li Miduryeta Polîsan a Erdîşê tên girtin.
Hin kesên hatine binçavkirin navên wan wiha ne: Endamê Meclisa DBP'ê Faruk Koken, Mahmut Bîlîcî, Adem Sala û Bedran Sala.