Ambargoya PDK'ê hebe jî ew dîsa serî derdikevin

ŞENGAL - Piştî DAIŞ'ê, li Şengalê jiyan berbi aramiyê ve diçe, lê ji ber ambargoya PDK'ê zehmetiyên jiyanî dewam dikin. Kesên ne endamên PDK'ê bin ji bo wan xizmeta tenduristiyê tune, di heman demê de ambargoya derman jî li ser herêmê dewam dike.

Çeteyên DAIŞ'ê yên di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşê Şengalê kirin, gelê êzidî bi parastina cewherî li jiyanê man, lê niha ambargoya PDK'ê bandoreke xirab li ser gelê herêmê dike. Ji hêlekê ve ambargoya derman, ji hêla din ve jî kesê ne endamê PDK'ê be, li nexweşxaneyên Herêma Federal a Kurdistanê nayên dermankirin. Avaşîn Hêzil ya li Şengalê hekîmtiya pratisyen e, aşkera dike ku her çendî zehmetî hebin jî ew serî derdikevin.

‘PÊWÎSTÎ BI HÊZA MIROV Û TEKNÎKÎ HEYE’

Dr. Avaşîn Hêzil li Nexweşxaneya Şehîd Zinar dixebite, ev nexweşane berî 3 salan li herêma Serdeşê hatiye avakirin û kesên ji komkujiya DAIŞ'ê rizgar bûne li vê herêmê ji bo wan wargehekê hatine amadekirin. Ev nexweşxane xwedî cîhazeke ultrasyonê, dermanxaneyeke piçûk, 2 bijîşk û hejşîreyekê ye û b yek laborantekê dixebitin. Dr. Hêzil aşkera kir ku hejmareke zêde ya wargehê hebe jî ambûlanseke wan heye, rojê herî kêm li 40-45 nexweşan mêze dikin.

NEXWEŞIYÊN LI HERÊMÊ

Dr. Hêzil aşkera kir ku herî zêde nexweşên tên jinên du canî ne û wiha axivî: "Nexweşiya brusellayê, ev nexweşî ji ber ku derman nadin sewalan bi pêş dikeve. Nexweşiyeke din jî vîjik e. Sedema vê jî ji ber ku ava li erdnîgariyê ne paqij e, belav dibe. Bi taybetî di nav zarokan de nexweşiya vîjikê zêdetir e. Dîsa nexweşiyên wekî dil û şekir jî hene, lê ev kêm tê dîtin. Nexweşiya pençeşêrê jî gelekî kêm e, ji ber ku gel li çiyayan dijî û zêdetir bi tiştên çêker re eleqedar nînin."

'AMBARGOYA LI SER TENDURISTIYÊ DIDOME'

Hêzil destnîşan kir ku ji ber ambargoya PDK'ê, di warê derman de gelek pirsgirêk xwe didin der, beşa herî mezin a pêwistiyan ji Rojava pêşwazî dikin. Hêzil got ku "Di warê derman de pirsgirêkên me hene" û wiha pê de çû: "Bi taybetî ji ber nexweşiyên kronîk, şekir û tansiyonê em gelekî tengasiyan dikişînin. Pir kêm tên Rojava û ya din jî gelekî biha ne. Ji xwe Başûr ambargo daniye ser Şengalê. Di warê tenduristiyê de jî ambargo danîne ser Şengalê. Nexweşên ku em dişînin Başûr, heke ne endamê fermî yê PDK'ê be, nayê qebûlkirin."

'LI BAŞÛR ZÊDETIR NEXWEŞ DIKEVEIN'

Hêzil da zanîn ku gelê êzidî yên diçin Başûr û dixwazin tedawî bibin, zêdetir nexweş dikevin û wiha got: "Nexweşên ku qet pêwistî bi emelyatê tune be jî ji bo doktor pere bigirin wan emelyat dikin, an jî dermanê ku tu eleqeya wê bi nexweşiyê re tune didin wan. Ji hêla din ve nexweşî diyar be jî bi dehan test û tahlîla bi wan didin kirin û wan dixin bin mesrefên giran."

''ESASIYA ME GUHDARKIRINA NEXWEŞ E’

Hêzil aşkere kir ku ew xizmeta li dijî feraseta tenduristiya modern didin û wiha axivî: “Di nav vê pergalê de mirov dikare gelek pirsgirêkan bi hêza xwe çareser bike û bigîhîne çareseriyê. Nexweşînên li vir ji yên derva cudatir in. Mînak pergala li başûrê Kurdistan, ne wek pergala li Tirkiyeyê û welatên din e. Ya esas ew e ku li mirovên nexweş guhdar bikin. Tenê dermanek nivîsandin nabe. Her kes dikare dermanekê binivîse. Heta em ji nexweşê xwe fêm nekin û teşhîs nekin bi tu awayî em derman nanivîsin. Em pir zêde derman jî nadin. Demek dirêj derman bikaranîn ji bo tenduristiyê ne baş e. Em bi vê hişmendiyê tevdigerin. Piranî jî em çare ji nexweşînan re dibînin. Belkî ji 50 nexweşan em du kesan dişinin nexweşxaneyên derve.”

QETLIYAMÊ NEXWEŞÎNA PSÎKIYATRÎK ZÊDE KIR

Hêzil destnîşan kir ku herî zêde nexweşên wan jin in û wiha domand: “Sedema vê jî travmaya qetliyamê ye. Bi rastî jî civaka êzidî civakek cuda ye. Ne dişibin kurdan, ne îngilîzan û ne jî dişibin civakek û baweriyek din. Ji ber ku her tim şûrê qetliyaman li ser serê wan bûye. Her tim bi tenê hatine hiştin û li çiyayan tengav bûne. Bi taybetî jî nexweşiyên psîkiyatrîk bi jinan re zêde ye. Hema bêje her roj nexweşek me nobeta psîkiyatrîk dijî. Ditengije, nikare xwe îfade bike û ji ber vê yekê jî qeyran derbas dike.”

Hêzîl da zanîn ku sedema duyemîn a pirsgirêkên psîkiyatrîk jî ji be hişmendiya civakê ye û bi bîr xist ku tenê jin ji bo zarokan biwelidîne xwedî mîsyon tê dîtin. Hêzil di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nexweşî û pirsgirêkên jinan ku dikişînin û got ku ew bi her awayî bêtirîn ji bo jinan dibin alîkar.

PÊWÎSTÎ JI NÛVE AVAKIRINÊ HEYE

Hêzil aşkere kir ku li Şengalê herî zêde ji nû ve civaka êzidî tê avakirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî pêwîst e ciwanên şengalî bên vir. Ji ber ku yên ji derve bên vir nikarin li vir tiştekî bikin. Mijara me ya herî serek ew e ku di her mijarê de em perwerdeya herî baş bidin. Derfetên me jî ji bo vê hene. Em dikarin her perwerdeya pêwîst bidin û em ji bo vê yekê amade ne.”