STENBOL – Meşa Edaletê di roja 16’emîn de didome. Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen ku tev li meşê bû, diyar kir ku ev meş daxwaza karker, bindest û hemû gelên li vî welatî dijîn e.
Meşa Edaletê ku bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kilicdaroglu dest pê kir, di roja 16’emîn de berdewam dike. Meşvanên ku şevê din li tesîsên di ketina navçeya Hendekê de bi cih bûn, serê sibê bi serdana Kiliçdaroglu ya gora Gaffar Okkan ku di dema Midûrê Ewlekariya Amedê bû rastî êrîşa suîkastê hat, destpê kir. Kiliçdaroglu piştî ziyaretê vegeriya qada bi cih bûna meşvan an. Kiliçdaroglu li vê derê daxuyanek kurt da û ket rêza meşê ya dest serî. Meşvan û Kiliçdaroglu bi berzkirina dirûşma “Maf, hiqûq û edalet” dest bi meşê kirin.
Hevserokên Konfederasyona Sendîka ya Karkerên Cemaweriyê (KESK) Lamî Ozgen û Şaziye Ondar û gelek endamên KESK’ê tev li meşê bûn. Meşa ku gelek hunermed û lîstîkvan jî beşdar bûn, piştî 5 kîlometre rê dê rewestin û behna xwe vedin.
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen di meşe de axivî û wiha got: “Ev meş di heman demê de daxwaza hemû karker, bindest û hemû gelên li vî welatî dijîne. Bi Biryara di Hukmê Qanûna de(KHK) erkdarên cemawerî bi awayekê bi hiqûq ji kar avêtin bê edaletî bi xwe ye. Ji ber vê yeke Meşa Edalê têkildarî hemû kar û erkdarên cemaweriye ye. Niha ewlehiya kar ji holê hatiye rakirin. Ji ber bêhiqûqiya heyî, em beşdarî Meşa Edaletê bûn. Pêkhateyên KESK’ê ne tenê niha, dê bi daxwaza edaletê piştgiriyê bide meşe û li ser vê esasê dê têkoşîna xwe bidomîn.