ÎZMÎR - Parlamenterê HDP’ê Muslum Dogan bi pêşnyarpirsekî welatiyên dixwestin biçin Girtîgeha Kandiriyê û bi hinceta “Ne rêwiyê asayî ne” ji otobusê hatin peyakirin, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu pirsî û got: “Rêwiyên ne asayî çi ye?”
Ji Îzmîr û Muglayê di 27’ê Hezîranê de HDP’iyên xwestin biçin serdana Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, bi hinceta “Ne rêwiyên asayî ne” ji otobusê hatibûn peyakirin û destûr ji bo çûyîna wan nehatibû dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan ev mijarê bir rojeva meclisê. Dogan bi pêşniyarpirsekî ev bûyer ji Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu pirsî û xwest bibersîvîne. Dogan pirsa “Ne rêwiyên asayî ne çi ye?” ji Soylu kir û xwest vê bersivê bide raya giştî
Di pêşniyarpirsa Dogan de ev pirs cih girtin:
* Hinceta hiqûqî ya astengkirina alîgirên me ku xwestin Yuksekdag ziyaret bikin çi ye?
* Hinceta esasî ya der barê rêveberên me de girtekname hat girtin çi ye? Vê fermana peyakirina “rêsiyên asayî” da ji aliyê kî ve hat dayîn?
* Ev astengî tê wateya binpêkirina rêgeza wekhevî û mafê azadiya seyehatê. Hûn der barê vê binpêkirina mafan de plan dikin ku lêpirsînek îdarî dest pê bikin?
* “Rêwiyê asayî” çi ye? Ji bo mirov bibe rêwiyê asayî krîterên wê çi ne?