Piraniya gundiyan binçav kirin

ÊLIH – Leşkerên artêşa tirk ewil guleya hewanê avêtin gundê Gumuşorgu û piştre jî gundî binçav kirin.

Hat hînbûn ku li gundê Gumuşorgu ya navçeya Hezoyê ya Êlihê, şevê din pevçûn derket û piştî pevçûnê leşkaran guleya hewanê avêt gund.

Hat ragihandin ku li gund kuştî û birîndarî çênebûne, lê gundê ku ji 25 kesan pêk tê piraniya gundiyan hatine binçavkirin. Gundiyên binçav kirî, birin Qereqola Cendirmeya ya Gumuşoguyê.
Gundê ku ji çûyîn û hatinê re hat qedexekirin, pevçûn didome û hîna jî gundî li qereqola cendirmeyan tên ragirtin. Gundiyan da xuyakirin ku leşkaran ji wan re gotiye “bi şaşî bû.”