ENQERE - Hamît Yildirim yekane kesê ji ber doza qetilkirina Musa Anter hatibû girtin, ew jî hat tahliyekirin. Parêzerê Anter, Selîm Okçuoglu got ku "Fikara me dibe piştî tahliyeyê ev kes bireve. Ev xetere jî pêkan e."
6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, der barê bersûcê doza kuştina rojnameger-nivîskar Musa Anter ê bi navê Hamît Yildirim de biryara tahliyeyê da. Hat gotin ku "5 sal cezayê girtîgehê tijê bûye" û biryara tahliyeyê hat dayîn. Parêzerê Anter, Selîm Okçuoglu biryar nirxand û ev tişt got: "Ev wekî biryareke bi zorê tê dîtin. Lê dema em li 5 salên dawî yên darizandinê dinhêrin, vê pêşî li vê rewşê vekir. Dadgeh qasî ku pêwîst bû bi lez nexebitî. Ev biryar di bin van şertan de hat girtin."
Dozên wekî "kuştinên wan ne diyar", "Doza sereke ya Musa Anter-JÎTEM'ê", "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê" û "Doza JÎTEM'ê ya Qoserê" di lîteratorê de derbas dibe, di sala 2009'an de bi lêpirsîna Ergenokonê re hin leşkerên payabilind hatin darizandin, di 29'ê Hezîrana 2012'an de Hamît Yildirim yekane kesê ku hatibû girtin e.
Okçuoglu der barê yekane kesê bi girtî dihat darizandin de ev tişt anî ziman: "Mixabin ev doz bi awayekî rêk û pêk nehatin bi rêvebirin. Ew aliyê xwe yê edaletê pêk nehat. Em di doza Musa Anter de jî vê pirsgirêkê dijîn. 5 sal derbas bû, lê tu tişt derneket holê. Saziyên cemaweriyê tu agahî û belge neşandin. Divê hesab ji paşerojê bê pirsîn, sed mixabin bi paşerojê re li hev kirin. Doza me jî bi vî rengî ye. Em ditirsin ku ev bersûç piştî bê berdan, bireve."
ANTER: TAHLIYE NE SUPRÎZ BÛ
Kurê Musa Anter, Dîcle Anter diyar kir ku yekane kesê perpirsê kuştina Anter ê bi navê Hamît Yildirim hatiye berdan, ev ji bo me ne suprîz bû û wiha got: "Em pergala hiqûqî dizanin. Gelek tiştên bê gotin hene. Hûn bûyera Hamît Yildirim dizanin, du kesên Rojnameya Sabahê derxistin holê. Doz bi pêş ket. Dema Abdulkadîr Aydan wêneyên Hamît Yildirim nîşanî wî dabûn, wêneyên 19-20 salî yê Yildirim hatibû teşhîskirin."
Dema Anter tê qetilkirin Wekîlê AKP'ê Orhan Mîroglu jî li gel wî ye û fikarên der barê Mîroglu de jî zêde dibin. Dîcle Anter dibêje ku Mîroglu Hamît Yildirim sûcdar dike û wiha pê de çû: "Mîroglu jî got ev e. Piştî wê çi bû, hêzek ket dewrê û van kesan got em 'naxwazin bikevin guneh' û xwe walî walî avêtin."
'MÎT Û FERMANDARIYA GITŞÎ BELGEYAN NAŞÎNE'
Anter da zanîn ku pêşî li edalet û darazê tê girtin û aşkera kir ku belgeyên esil ji hêla Serfermandariya Giştî û MÎT'ê ve tê astengkirin û wiha got: "Bangî şahidan kirin û şahidê herî durist jî Mehmet Eymur bû. Eymur jî der barê kuştinê de balê dikişîne ser belgeyên MÎT'ê, lê MÎT van belgeyan nade û vedişêre."
Du dozên ku xistine yek, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dikin. Rûniştina dozê taloqî 27'ê Îlona 2017'an kirin.