AMED - Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ronî bibe li ber avahiya Edliyê çalikya xwe berdewam kirin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku Elçî di nava rojê de li ber kamerayan hat kuştin, lê tevî vê yekê 19 meh derbas bûn, hêj jî kujerê Elçî nehatiye ronîkirin.
Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroyê yê beê Tahir Elçi roni bibe li ber Avahiya Edliyê daxuyanî da çapemeniyê. Dîsa rêveber û endamên baroyê tev li çalakiyê bûn. Parêzer bu cubbeyên xwe tev li çalakiyê bûn û pankarta ku wêneyên Elçî û "Em te ji bîr nakin/Seni unutmayacagız" li ser nivîsandibûn vekirin. Li ser navê Baroyê, Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan daxuyanî da. Alan, diyar kir ku Elçî di nava rojê de li ber kamerayan hat kuştin, lê tevî vê yekê 19 meh derbas bûn, hêj jî kujerê Elçî nehatiye ronîkirin. Alan, anî ziman ku 19 meh ango 83 hefte derbas bûn, lê hêj kujer ronî nebûne. xwest êdî edalet cihê xwe bibîne û cînayetê Elçî ronî bibe. Alan, da zanîn ku ew dê çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.