ÎZMÎR - Rektoriya DEU'yê 12 akademîseyen ji kar avêtinn û bi çalakiyekî avêtina akademiseynan hat şermezarkirin. Prof. Dr. Ayşen Uysal ji ber ku îmze avêtibû binê danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî", hatibû îxrackirin û got ku "Me tevlêbûna sûcî red kir."
Rektoriya Zanîngeha Dokuz Eylulê (DEU) 12 akademîsyen ji peywirê avêt û bi çalakiyekî avêtina akademîsyenan hat şermezarkirin. Li ser banga Egîtim Sen, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), gelek kes li ber Rektoriya DEU'yê li hev civiyan. Çalakvanan dowîzên "Dê akademî serî netewîne" û "Soza me aştî ye em ê dest jê bernedin" vekirin û dirûşmên "Bila rektor îstifa bike" hatin berzkirin.
Piştre Prof. Dr. Ayşen Uysal a ku ji kar hatibû girtin axivî û aşkera kir ku "akademîsyenê aştiyê" ji bo wan rûmet e û ji bo ew daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman û ji bo zarok, jin neyên kuştin, dê dengê aştiyê bilind bikin û wiha axivî: "Em tevlêbûna sûc red kir. Divê em ji bo zanyarî û civakê xwedî berpirsyarî bin. Me ev berpisyarî girt û di vê oxirê de çi pêwîst be em dê bidin. Di vê tundî û zilmê de, rektorî ji bo qoltixê xwe her tiştî dike, lê em dê têkoşîna xwe dewam bikin."
Serokê Şaxa Egîtîm Senê Ulaş Yasa jî aşkera kir ku ew dê lêgerîna edaletê li her derê berdewam bikin û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça. Yasa got ku çalakiya kedkaran 114 roj li dû xwe hiştiye û têkoşîna wan silav kir û piştrast kir ku ew dê ji rêya xwe venegerin.