EDENE – Emîne Altekîn a 25 salî ku di roja cejnê de winda bû, li Aydinê hat dîtin.
Emîne Altekîn a 25 salî li gel malbata xwe ya li taxa Doglioglu ya navçeya Seyhana Edeneyê rudinişt, roja yekemîn a Cejna Remezanê serwinda bû, li Aydinê hat dîtin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, piştî lêkolîna polîsan a li ser serîlêdana malbatê, hat hînbûn ku Altekîn bi hevalekê xwe re li Aydinê dimîne. Altekîn bi hevala xwe re hat binçavkirin û piştî îfadeyê, serbest hatin berdan. Pişt re polîsan agahî da malbata Altekîn a li Edeneyê rûdine.
Hat gotin ku peyama "Ez hatim revandin" ku ji hêla Altekîn ve hatiye avêtin jî hema wisa avêtiye.