Li Kerboranê cenazeyek hat dîtin

MÊRDÎN- Li Kerborana Mêrdînê cenazeyê aîdî mêrekî ku destên wî hatine girêdan hat dîtin.

Li Taxa Çelîkê ya Kerborana Mêrdînê li qeraxa çem cenazeyê aîdî mêrekî ku destên wî girêdayî ne hat dîtin. Leşkerên ku hatin cihê bûyerê cenazeyê nasnameya wî nediyar ji bo karên otopsiyê şandin Amedê.