ROJANE
*Li Girtîgeha Vekirî a Jinan a Bozkûrtê ser çavê T.B. a 58 salî felcî bû. Nexweşînên wek tansiyon, şekir û kolestrolê jî li T.B.'yê peyde bûne. T.B. got ku, li girtîgehê bi zorê wan didin xebitandin, tim gef li wan tên xwarin û girtîgeh wek kampa dîlgirtiyan e.
* Mîrateya çand û dîroka 12 hezar sal Heskîf ji ber bendava Ilısu ya temenê wê 50 salin tê talankirin, wêrankirin û tunekirin. Hewldana Jiyandina Heskîfê rapor amade kir û diyar kir ku ger ku bendav temam bibe, berhemên çandî û dîrokî yên li ser çemê Heskif û Dîcle dê tune bibe.
*Girtiyê nexweş Erdal Ozel ku nexweşê şîzofreniyê ye, êdî malbata xwe nas nake. Xwişka wî Kûmrû Akgul dest nîşan kir ku di hevdîtinan de êdî Erdal Ozel kesî ji wan nas nake. Akgul xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.
*Li Reqqayê li noqteya ku wek "Sêgoşeya Şeytan" tê binavkirin û di navbera taxên El Berîd, Hattîn û Nehdayê de dimîne pevçûnên dijwar diqewimin. Li gel van pevçûnan Efrîn Zagrosa QSD'î ku di eniya pêş de li dijî DAIŞ'ê şer dike wiha got: "Em wek zarokên gelên Sûriyeyê şerê mirovahiyê bi rê ve dibin."
*Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn balê kişandin ser tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê birêvebirin. Tahmaz û Keskîn, dest nîşan kirin ku divê civak ji fikra şer bê dûrxistin û ji bo aştiyeke mayînde divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê.
*Li Amedê gelek qereqol tên çêkirin û welatî ji ber van qereqolan nerihet in.
*Piştî qedexeya derketina kolanan li navçeya Nisêbînê bi hezaran esnaf îflas kir û her wiha walîtiyê sozên ku ji bo piştgiriyê dabûn jî bi cih neanîn.
*Li Kantona Efrînê ku Tirkiye ji bo wê dibêje "Herêma Terorê" û bi vî awayî wê dike hedef, kurd, ereb, xirîstiyan, êzidî, sunî, şiî û gelek siyasetên cuda di bin banê rêveberiyeke wekhev de dijîn.
*Li Hênê di protestoyên Kobaniyê yên sala 2014'an de, di dema mudaxileya polîsan de Mûstafa Solmaz dema di rêde diçû cismekî hişk li serê wî ket û ji ber vê cismê her du çavên xwe jî winda kiribûn. Lê belê hatibû îdiakirin ku dema EYP diavêt polîsan birîndar bûye. Di doza ku bi daxwaza 9 sal cezayê girtîgehê hat vekirin de, Solmaz beraet kir.
* Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
*Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 640'emîn bên cem hev. (12.00)
*Li Amed û Îzmîrê dê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin. (12.00-13.00)
*Meşa Edaletê di roja 17'emîn de didome. (08.00-18.00)
* Komeleya Mafên Civakî û Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, dê foruma "Li Sûrê bê mulkbûn û koçberiya bi zorê" li salona Civînê ya Cezayirê pêk bînin. (10.30)
* Çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 115'an de berdewam dikin. Çalakiya li Kolana Yukselê jî didoe. (13.30/18.00)
* Çalakiya ji bo Girtiyên Nexweş Azadî dê di hefteya 151'an de li Kolana Yukselê bidome. (18.00)
JIN
*Jinên ku li Maltepeyê pêşengiya Nobeta Edaletê dikin wiha gotin: "Ji bo tenê li eywanên dadgehan li edaletê neyê gerîn û li kuçeyan bê bidestxistin em ê daxilî vê meşê bibin."
EKOLOJÎ
*Li gel biryara dadgehê jî Madena Zêran a Ovacikê ya girêdayî Koza Holdîngê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin, nehat mohrkirin. Piştî ku cewher qediya vê carê jî li cihekî din cewher hat peydekirin û li madenê hat xebitandin. Fîrma ji bo biryara darazê ji holê rabike tevdigere.