DENÎZLÎ - Li Girtîgeha Vekirî a Jinan a Bozkûrtê ser çavê T.B. a 58 salî felcî bû. Nexweşînên wek tansiyon, şekir û kolestrolê jî li T.B.'yê peyde bûne. T.B. got ku, li girtîgehê bi zorê wan didin xebitandin, tim gef li wan tên xwarin û girtîgeh wek kampa dîlgirtiyan e.
Di 7'ê Gulana 2017'an de li qawîşa zarokan a Girtîgeha Vekirî ya Jinan a Navçeya Bozkûrt a Denîzliyê, raperînek çêbûbû. Tiştên piştî raperînê qewimîn hîn jî nehatine zelalkirin. Lê niha jî li heman girtîgehê tê îdiakirin ku girtiyên ciwan, extiyar, nexweş hemû bi zorê tên xebitandin. Tê diyarkirin ku hin girtiyên extiyar ku nikarin di van şert û mercan de îdare bikin jiyana xwe ji dest dane.
T.B. a 58 salî ku nexweşînên wek tansiyon, şekir û kolestrolê lê peyde bûne û li Girtîgeha Bozkûrtê tê ragirtin, ji ber li girtîgehê di bin tavê de bi zorê hatine xebitandin ser çavê wê felcî bûye. Ji dêvla jina girtî bê tedawîkirin, ew sewqî Girtîgeha Vekirî ya Kocaeliyê kirine. Beriya sewqê destûr hat dayîn ku T.B. di 28-29'ê Hezîranê de li cem malbata xwe bimîne. T.B. tiştên hatin serê wê vegotin.
‘JI BER BI ZORÊ EZ XEBITANDIM FELCÎ BÛM'
T.B. diyar kir ku ev nêzî 6 mehan e ew li girtîgeha vekirî ya jinan dimîne û wiha bûyera felcbûnê ya di 21'ê Hezîranê de vegot: "Wê rojê min ji gardiyanan got ser çavê min xwar bûye, dev û zimanê min tevizîne û çavê min diêşin û ez nikarim li ber tavê bixebitim. Lê gardiyanan got 'tu mecbûr î' û bi zorê ez dam xebitandin. Min jî got ez nikarim bixebitim heke we bivê min bişînin girtîgeha girtî. Paşê tansiyona min zêde bû û lêdana dilê min guherî. Dema min birin revîrê, bijîşkê li wir got 'Teqez divê tu nexebitî, ji bo raçavkrinê em ê te bişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Çardakê'. Min birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çardakê. Diviya li wir rakevim, lê belê min şandin girtîgehê. Dema min anîn girtîgehê rewşa min xerabtir bû û felcî bûm. Ji ber rewşa min cidî bû diviya wê rojê demildest min bibiranan Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê, lê belê roja dinê min birin. Ji ber xebata bi darê zorê felcî bûm."
‘GEMARA XWE BI MIN DIDAN PAQIJKIRIN'
T.B., diyar kir ku tedawiya wê nîvco hatiye hiştin û ji ber ku dê tiştek bê serê wê rêveberiya girtîgehê demildest ew sewqî Girtîgeha Jinan a Vekirî ya Kocaeliyê kirine. T.B. wiha axivî: "Demildest ez avêtim. Raporên min, dermanên min jî nedan. Firaqên 600 kesî bi zorê bi min dan şûştin. Bi zorê gemariya derve, yên xwe bi min dan paqijkirin. Tim ez dam xebitandin. Her sibeh saet ji 08.30'yî heta 16.45'ên êvarî zivistan-havîn tim ez li derve hiştim. Nedihiştin em li bin daran jî rûnên. Heke kesek biketana û ji ser hişê xwe biçûna ancax ew dibirin hundur. An jê tu nexweş bî jî te naxin hundur." T.B., dest nîşan kir ku dema wan bertek nîşanî xebata bi zorê dida rêveberiya girtîgehê ji wan re digot "Hûn ji ya girtî nehatanan a vekirî. An bixebitin an jî em ê we bişînin a girtî" û wiha domand: "Xwarinên tên dayîn qet nexweş in. Dema heyetek ji Wezareta Dadê bê wê demê xwarinên xweş didin. Me jî dibirin eywaneke fireh a li Bloka B'yê derî li ser me digirtin û li ser serê me jî gardiyan hebûn. Derî û pace jî girtî bûn. Ji bo em tiştekî nebêjin wisa dikirin."
'JI BER NEHATIN TEDAWÎKIRIN 2 JIN MIRIN'
T.B.anî ziman ku tim ew bi şideta devkî re rû bi rû diman, berî felcî bibe tam 5 rojan nanê hişk dane wan, xweşikî tiştek nedidan wan û wiha got: "Paqijî tune bû. Ji ber gemara wir li gelek jinan nexweşînên çermî peyde bûn. Carinan me nedişandin tuwaletê jî. Tim rencîde dikirin, her tiştî bi zorê didan kirin. Xaltîkeke 70 salî hebû. Nikaribû pêdiviya xwe ya tuwaletê jî bi cih bîne. Da bi zorê bidin xebitandan zaf bi ser jinikê de çûn, jinik hişê xwe xwar." T.B. diyar kir ku di 5 mehên wê yên girtî de 2 jinên girtî jiyana xwe ji dest dane. T.B., got ku her çi qas yek jê felcî bû jî wê nebirine nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest daye. T.B. wiha domand: "Jinika din jî rîska wê ya mirinê hebû, lê belê wê nedibirin nexweşxaneyê û 3 meh berê mir. Kesên dimirin ji me re nedigotin. Dema jinika dawî mir wek nemiribe ser çavê wê vekirî li ambulansê siwar kirin. Ji bo em bertekê nîşan nedin ev yek kirin, lê me hemûyan dizanibû ku miriye."
‘JI BO ZAROKAN WEK KAMPA DÎLGIRTIYAN BÛ'
T.B. raperîna qawîşa zarokan ku di 7'ê Gulanê de derket bi bîr xist û got ku, piştî raperînê zarok hatine derbkirin û paşê hatine sirgûnkirin. T.B. dest nîşan kir ku ji ber çewisandinan zarokan serî rakiriye û wiha got: "Wek leşker bin du gardiyan li dawiyê û du jê jî li pêşiyê zarok derdixistin derve. Zaf bi ser zarokan de diçûn. Ew der ji bo zarokan wek kampa dîlgirtiyan bû. Nedihiştin zarok bilîzin jî. Qadeke wan a ku lê bigerin jî tune bû, li gor a me rewşa wan xerabtir bû."
DÊ SERÎ LI ÎHD'Ê BIDE
Têkildarî mijarê em li Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskînê geriyan û got ku, wan di sala 2009'an de jî hin tespît û lêkolîn kirine, lê belê hîn jî tu guherîn çênebûne. Keskîn got ku ew ê dîsa li girtîgehan lêkolînan bikin û giliyê wan bikin.
Gokhan Oner - dihaber