STENBOL - Girtiyê nexweş Erdal Ozel ku nexweşê şîzofreniyê ye, êdî malbata xwe nas nake. Xwişka wî Kûmrû Akgul dest nîşan kir ku di hevdîtinan de êdî Erdal Ozel kesî ji wan nas nake. Akgul xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Girtiyê nexweş Erdal Ozel ku di sala 2006'an de bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û 77 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn heta niha bi dorê sewqî girtîgehên wek Bayrampaşa, Metrîs, Jimare 1 û 2 ên Tîpa F ên Tekirdagê bûne. Ozel di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û ji ber îşkenceya di bin çavan de nexweş ketiye. Ozel ku nexweşê şîzofreniyê ye, li gel nexweşîna xwe ev 11 sal in girtiye û li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Xwişka wî Kûmrû Akgul, got ku ew mehek berê ji bo hevdîtinê çûye girtîgehê, lê belê rewşa birayê wê zaf xirab e.
‘JI BER ÎŞKENCEYÊ NEXWEŞ KET'
Akgul, diyar kir ku êdî birayê wê carinan dê û bavên xwe û zarokên xwe nas nake û wiha got: "Me ji girtîgehê sedema ku li hucreyeke yekkesî tê girtin pirsî. Ji me re gotin 'Ew wisa dixwaze'." Akgul, dest nîşan kir ku ji ber îşkenceya di bin çavan de Ozel nexweş ketiye. Akgul, got ku birayê wê 2 caran li Nexweşxaneya Nexweşînên Ruh û Damargêriyê ya Bakirkoyê hatiye tedawîkirin, lê belê dîsa jî bijîşkan rapor nedayiyê.
‘DEMA QEYRANA DIL DERBAS KIR WÎ BIRIN OCAXA TENDURISTIYÊ'
Akgul, da zanîn ku 2 meh berê birayê wê qeyrana dil derbas kiriye û wiha axivî: "Li Tekirdagê wî birine ocaxeke tenduristiyê. Ocaxa tenduristiyê gotiye ku divê hûn wî bibin nexweşxaneyê, lê belê dîsa jî wî nebirine. Ava germ nadin girtiyan. Bi çewisandinî bi ser malbatên ku diçin hevdîtinê de diçin. Li Girtîgeha Tekirdagê gelek girtiyên nexweş hene. Hemû di bin zext û zoriyan de ne û gardiyan îşkenceyê li wan dikin." Akdgul, diyar kir ku birayê wê zewicandiye û 2 zarokên wî hene. Akgul, ragihand ku nexweşîna pençeşêrê jî li hevjîna biryê wê peyde bûye û wiha bang li Wezîrê Dadê kir: "Bi hezaran girtiyên nexweş ên wek Erdal hene. Destûrê bidin ku hemû bên berdan û bên tedawîkirin."