ŞIRNEX - Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn bal kişandin ser tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê birêvebirin. Tahmaz û Keskîn, dest nîşan kirin ku divê civak ji fikra şer bê dûrxistin û ji bo aştiyeke mayînde divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê.
Ev 18 sal in tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Sekreterê Giştî yê Weqafa Aştiyê Hakan Tahmaz û Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn, dest nîşan kirin ku pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye û ji bo aştiyeke mayînde divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê.
‘BI TECRÎDA LI SER OCALAN STARTA ŞER TÊ DAYÎN'
Tahmaz, dest nîşan kir ku îktîdar bi tecrîda li ser Ocalan starta şer dide û ji bo guherandina vê rewşê wek Weqfa Aştiyê bangawaziyên xwe yên berê bi bîr xist. Tahmaz, diyar kir ku heta ku dawî li tecrîda li ser Ocalan neyê, dê li Tirkiyeyê aştî û çareserî neyê axaftin. Tahmaz got ku tecrîd pirsgirêkeke siyasî û exlaqî ye. Tahmaz, dest nîşan kir ku pêwendiya Ocalan a bi mirovan re hatiye qutkirin û di warê huqûqî de ji bo kes sepandinên taybet nayên qebûlkirin. Tahmaz, diyar kir ku astengkirina hevdîtinê ya bi malbatê tê wateya ku hestiyariya derdoreke civakê esas nayê girtin û her wiha şik û gumana jiyanî jî esas nayê wergirtin.
Tahmaz, dest nîşan kir ku divê bi awayekî mayînde dawî li tecrîdê bê û wiha got: "Divê dev ji vê rewşê bê berdan. Domandina wê nemumkun e. Divê terka polîtîkaya 'qanûna ku em bixwazin em ê wê biguherînin û destûrê nadin, em kî/ê bixwazin dê ew hevdîtinê çê bike' bê kirin." Tahmaz, nenirxandina hêza Ocalan a ji bo rawestandina pevçûnan wek problemeke siyasî wesifand û wiha axivî: "Dema Ocalan bang bike, hêzeke ku li hemberî vê bisekine tune ye. PKK, dibêje Ocalan rêberê me ye. Di ser a wî re tu gotinê qebûl nake. Gel jî Ocalan esas digire. Vîna wî qebûl dike û dibêje ew bêje çi 'temam' e."
‘DIVÊ CIVAK JI FIKRA ŞER BÊ DÛRXISTIN'
Tahmaz wiha got: "Îro hema bêje civak hatiye wê astê ku peyva aştiyê bi kar nayîne. Êdî gotina aştiyê wek sûc tê hesibandin. Halbûkî aştî nirxeke jêneger e." Tahmaz, diyar kir ku divê saziyên civaka sivîl ewil civakê ji fikra şer dûr bixînin û wiha got: "Divê li hemberî şerê ku jiyana mirov tehdît dike aştî bê parastin. Civak hay ji vê tune ye. Dema em dibêjin aştî em jiyana mirov diparêzin."
‘TECRÎD LI SER DAXWAZÊN GELEKÎ TÊ SEPANDIN'
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn, dest nîşan kir ku tecrîda ku li ser Ocalan tê sepandin ne li gor huqûqa hundurîn a Tirkiyeyê ye û wiha got: "Heke Tirkiye peymanên navnetewî yên îmzekirine deyne kêlekekê jî ew bi huqûqa xwe ya hundurîn ditewişe." Keskîn, diyar kir ku mafên hikumxwar hene û malbata hikumxwar û parêzerê ku wekalet dayê dikare pê re hevdîtinê çê bike û ev bi tu awayî nayê astengkirin. Keskîn, dest nîşan kir ku dema bandora Ocalan a li ser gelê kurd tê fikirîn, di asasê xwe de ev tecrîd li ser daxwazên gelekî tê sepandin û ji ber vê yekê divê demildest dawî li vê tecrîdê bê.