MÊRDÎN - Piştî qedexeya derketina kolanan li navçeya Nisêbînê bi hezaran esnaf îflas kir û her wiha walîtiyê sozên ku ji bo piştgiriyê dabûn jî bi cih neanîn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, wextê qedexeya derketina kolanan a 14’ê Adara 2016’an bi hezaran mal hatin hilweşandin. Li gel hilweşandin û rûxandina avahiyan gelek kargeh jî zirar dîtibûn û niha her diçe rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Li navçeyê beriya qedexeyê 3 hezar kargeh hebûn, lê di dema qedexeyê de 2 hezar kargeh zirar dîtin. Her wiha piştî ku qedexe hat bidiawîkirin 750 kargeh jî bi temamî hilweşiyan û êdî hew hatin vekirin û 250 jê jî ji ber nebûna kar deriyê xwe qufilandin.
AMÛRÊN KARGEHAN HATIN TALANKIRIN
Li gorî agahiyên Serokê Kooperatîfa Esnaf û Sinhetakaran a Kredî Kefaletê ya Nisêbînê Abdullah Bilge, herî zêde kargeh li taxên hatine hilweşandin hatine wêrankirin. Bilge da zanîn ku, piştî qedexeyê jî herî zêde esnafên Bazara Amerikayê kargehên xwe girtine. Bilge got ku ji ber ku hemû amûrên kargehên vir ji aliyê hêzên dewletê ve hatine talankirin, esnafan kargehên xwe girtine.
SOZÊN XWE BI CIH NEANÎN
Bilge anî ziman ku piştî bidawîbûna qedexeyê walîtiyê soza alîkarî û piştevaniyê dabû, lê berlê bi tu awayî sozê xwe bi cih neaniye. Bilge bi lêv kir ku wan der barê rewşê de daxwazname jî ji Serokatiya Gumrikê, walî û qeymeqam re şandine, lê belê hîn jî bersiveke erênî nehatiye dayîn.
GIRTINA DERIYÊ SÎNOR JÎ BANDOREKE NEYÎNÎ LI KAR DIKE
Ne tenê wêrankirina di wextê qedexeyê de, di heman demê de ji ber ku deriyê sînor yê di navbera Nisêbîn û Qamişloya Rojavayê de ye hatiye girtin jî bandorek neyînî li ser rewşa kargehan dike. Deriyê sînor ku wek rêya bazirganiya bajarên derdorê dihat dîtin jî ji sala 2011’an vir ve girtî ye. Ji ber girtina deriyê sînor heta niha bi milyonan zirar gihiştiye kargehên navçeyê.