Ne 'teror', bajarê wekhevî, azadî û jiyana hevpar: Efrîn

EFRÎN - Li Kantona Efrînê ku Tirkiye ji bo wê dibêje "Herêma Terorê" û bi vî awayî wê dike hedef, kurd, ereb, xirîstiyan, êzidî, sunî, şiî û gelek siyasetên cuda di bin banê rêveberiyeke wekhev de dijîn.

Kantona Efrînê li milê bakur-rojavayê Sûriyeyê dikeve. Herêmeke çiyayî ye û bi xweza, hewa û çandiniya xwe navdar e.

Berî şoreşê zêdetirî 500 hezar kes li Kantona Efrînê dijiya û ev hejmar ne sabît bû, ji ber ku gelek welatiyên Efrînê ji ber siyaset û polîtîkaya aborî ya li ser herêmê berê xwe dabûn Helebê. Piştî şoreşê hejmarek mezin ji welatiyan berê xwe dan Efrînê û herwiha ji ber dorpêça tirkan û çeteyan gelek niştecihên herêmê berê xwe dan Tirkiye û Ewropayê. Ango niha em dikarin bêjin ku hejmara niştecihên Efrînê li derdora 450 hezar kesî ye. Piraniya niştecihên Kantona Efrînê ango rêje ji sedî 92 kurd in û li gundên başûr û başûr-rojhilatê Efrînê ereb jî hene. Di warê bîr û baweriyan de li Kantona Efrînê bi piranî musilmanên sunî hene, lê li kantonê gelek êzidî jî hene û her wiha xirîstiyan jî hene.

PENABERAN XWEDÎ DIKE

Ji ber şerê dijwar ê di navbera rêjîmê û çeteyan û şerên navxweyî yê li herêma Şehbayê û ji ber dizî û tala çeteyan gelek kes berê xwe dan Kantona Efrînê. Ew welatî li kampên penaberan ên wek Kampa Robar ku li navçeya Şêrawa û Kampa Şehba ku li nêzî gundê Kiştearê ye hatin bicihkirin. Di kampa Robar de zêdetirî 5 hezar koçber dijîn û l ya Kiştearê jî nêzî 3 hezar koçber dijîn.

RÊVEBERÎ

Di Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn de hemû pêkhate, bawerî û partiyên siyasî cih digirin. Hem di meclîsa zagonsaz de û hem di Desteya Cihbicihkar de û di nava komîn û meclîsên taxan û bajaran de hemû pêkhate cihê xwe digirin û bi awayekî çalak tevdigerin. Efrîn wisa lê hatiye ku bûye cihê pirrengiya nêrîn, bawerî û olan û ji ber ku şiî, xirîstiyan, êzidî û sunî bêyî ku tehdeyê li wan bikin û astengiyan ji wan re derxînin bi rihetî li kolanên bajarê Efrînê û navçeyên wê digerin.

TIM BÛ HEDEF

Ji sala 2011an û vir de û piştî derxistina rêjîma El Baas ji Kantonê gelek êrîşên dijwar bi ser Efrîn de hatin. Ew êrîş jî ji aliyê komên çekdar û tundraw ên wek Cebhet El Nûsra, DAIŞ, Tevgera NûrilDîn Zinkî, El Mûhacêrîn û Ensar û El Qaydê ve pêk dihatin. Bi van êrîşan re bi awayekî hevwext ji aliyê dewleta tirk û komên çekdar ve jî li ser Efrînê dorpêç çê dibûn û welatiyên kurd ên Efrînê li ser rêyan dihatin girtin û serê wan dihat jêkirin û dihatin îşkencekirin. Şerên herî dijwar li navçeyên weke Cindirêsê, Şêrawa û Şera û li herêma Şehba rû dan û di encama wan şerên dijwar de bi sedan çete hatin kuştin. Di sala 2016an de hêzên QSD`ê karibûn herêmên berfireh ji çeteyên El Qayîdê ên li rojhilatê Efrînê rizgar bikin, lê ji ber piştgiriya tirka ev pêngav hat rawestandin.

BAJARÊ JINAN

Di demên dawî de dewleta tirk û çeta û Koalsiyona Mûxalefetê dibêjin ku Efrîn bûye hêlîna terorê. Lê belê dema mirov li rengîniya Efrînê dinihêre ev gotin dûrî rastiyê ye. Ji ber ku li tevahiya bakurê-rojavayê Sûriyeyê herêma herî ewle û azad Efrîn e. Bêyî kes mudaxilî wan bike gel bi rihetî bazarên xwe dikin û hetanî derengiya şevê li kolanan digerin. Mafê koçberên ku koçî Efrînê kirine bi her awayî tê parastin. Ango armanca van gef û êrîşên dawî yên li ser Efrînê, têkbirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş e. 

PERWERDE

Perwerdehî bi zimanê erebî û kurdî ye. Zanîngeha Efrîn jî yekemîn zanîngeh bû ku di şoreşê de li Rojava hatibû avakirin. Têde çend beş hene weke Wêjeya Kurdî, Ingilîzî, Kîmya, Endezyariya Çandiniyê, Pizîşkî, Ragihandin... Gelek dibistanên seretayî û amadehî li seranserî Kantonê hene. Zimanên Ingilîzî piştî refa sêyem û firansî piştî refa 7an tê xwendin. Zarokên ereb li gel zimanê xwe bi zimanê kurdî jî perwerdehiyê dibînin.

Erdogan Altan-dihaber