Zagros: Em li Reqqayê şerê mirovahiyê dimeşîn in

REQQA – Di navbera eniyên taxên El Berîd, Hattin û Nehda yên Reqqayê ku wek “Sêgoşeya Şeytan” jî tê binavkirin de şer dijwar dibe. Endama QSD’ê Efrîn Zagros a ku di refên pêş de li dijî DAIŞ’ê şer dike wiha got: “Em zarokên gelên Sûriyê şerê mirovahiyê didin meşandin.”

Li Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” di roja 26’emîn de dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî bi biryardariyek mezin ber bi navenda bajêr ve li pêş dikevin. Ji milê rojhilat ve li taxa Rewda û ji milê rojava ve jî li taxa Nehda operasyona QSD’ê didome. Şervanan ji milê başûr ve jî pêşveçûna xwe temam kir û tevahî bajêr dorpêç kirin. Li milê eniya rojava jî li taxên El Berîd, Hattîn û Nehda pevçûnên dijwar diqewimin û navbera van taxan ji aliyê şervanan ve wek Sêgoşeya Şeytan” tê binavkirin. Sedema binavkirina vir jî ew e ku DAIŞ’ê li vê dere gelek êrîşan pêk aniye û teqemenî binerd kiriye û gelek tunelan kola ye.

‘SÊGOŞEYA ŞEYTAN’

Ev “Sêgoşeya Şeytan” her sê taxan digîhîne hev û di serdema rejîmê de wek qada leşkerî hatiye avakirin û bikaranîn. Ev xeta sêgoşe di heman demê de yek ji deriyê herî girîng ê ku diçe navenda bajêr. Avahiyên 4-5 qat ên li vê heremê li dijî êrîşan bi qewîn hatine çêkirin. Li gel hemû êrîşên bejahî û hewayî jî avahî li şûna xwe ne. Şervanên QSD’ê ku li van avahiyan hatine bicihkirin ji ber gulebarankirinê dîwarê van avahiyan bûn wek seradê. Balkêşe ku li ser dîwara mirov rastî şopa hemû cureyên çekan tê.

QADA LEŞKERÎ YA DAIŞ’Ê

Herema leşkerî ya rejîmê û dagirkirina DAIŞ’ê vê heremê bi heman armancê bikar anîne. Avahiyên lojîstîk, maliye û leşkerî yên ku DAIŞ bikar tîne li vê qadê ne. DAIŞ sivîlên li vê dere derdixe û wek mertal ber bi navenda bajêr ve bikar tîne.

ÊRÎŞAN DIŞKÊN IN

DAIŞ’ê bi kolana tunel û bicihkirina teqemeniya xwe li vê heremê parastine. Şervanên QSD’ê jî tax bi tax, kolan bi kolan û mal bi mal ji teqmeniyan paqij dikin. Di nav 5 rojên dawî de DAIŞ’ê bi 4 wesayîtên bombe barkirî êrîş pêk aniye. Piştî pevçûnên dijwar ji vê qadê çeteyên DAIŞ’ê ji nîvekî vê qadê hatine qewirandin.

ENIYA ROJAVA JÎ DIKEVE

Şervanên QSD’ê di çeperên pêş de amadekariya planên pêşveçûnê dike. Di heman demê de êrîşên li vir vala tên derxistin. Dengê teqîn û guleyan kêliyêk ji bajêr kêm nabe. Balefirên girêdayî koalîsyona navnetewî jî her tim li asîmanên bajêr difirin. Di şerê sîng bi sîng ku tê qewimandin kêliyek tengê teqemeniyan kêm nabe. Şervanên QSD’ê mal bi mal bi ser malên DAIŞ’ê ve digirin. Şervan yek ji xeta herî girîng a DAIŞ’ê “Sêgoşeya Şeytan” nîvekî wê xistin destê xwe û pêşveçûna wan dewam dike. Tê payînkirin bi ketina vir re dê milê rojava qadek girîng û berfireh bikeve bin kontrola şervanan.

DAIŞ SERKEFTINÊ BIDEST NAXE

Yek ji şervanên ku bersiva herî pevçûnên dijwar dide Hadî Ehmed qewimandinên van rojan wiha şîrove kir: “Di 5 rojên dawî de şerekî bêhempa em didin meşandin. Ev der ji bo wan jî û ji bo me me jî girîng e. Heke ku di vir de bişkên dê nikaribin xwe zêde li ser piya bigirin. Ji teqandina wesayîtên tije bombebarkirî û hemû rêbazên din bikar tînin. Lê tu serkeftinê bi dest naxin. Em ê vê sêgoşeyê bi dest bixin û hindik ma em xeta wan bişkênin.”

‘MAL BI MAL EM AZAD DIKIN’

Yek ji şervana ku li dijî wesayîtên bombebarkirî rawestiya û şahidiya şerê herî dijwar dike Efrîn Zagros jî wiha behsa berxwedanê kir û kêlî bi kêlî çeteyan çavdêrî dike û bi têlsizan agahî dide fermandarên xwe. Zagros wiha got: “Em îro wek zarokên gelên Sûriyê şerê mirovahiyê didin meşandin. Mal bi mal û kolan bi kolan bajarê xwe ji çeteyan paqij dikin. Ev avahî çend roj berê me sitendin. Di navbera me û wan de çend metre mesafe heye. Ev der ji bo wan cihekî stratejik e. Bi destxistina vir re em ê derbeyek mezin li wan bidin. Gav bi gav em ê tevahiya Reqqayê azad bikin.”

ÇETEYÊ PASAPORTA SOR

Di pevçûnan de ji her milletî DAIŞ’ên dîl tên girtin. Li ser yên mirî jî pasaportên li ser wan derdikevin jî îşaretî têkiliya DAIŞ’ê ya navnetewî tê kirin. Yek ji van çeteyan di sala 2012’an de bi pasaporta sor a ku Federasyona Rusya daye wî û di 3’ê cotmeha 2013’an de ji Balefirgeha Atatûrkê hatiye Tirkiye. Navê wî jî Mapat MaratIshchanov e.

Nazim Daştan - dîhaber