Mislimanên Antikapitalist jî tev li Meşa Edaletê bûn

SAKARYA - Meşa Edaletê di roja 17'an de berdewam dike. Di meşêde nivîskar Îhsan Eliaçik jî di navde mislimanên Antikapitalist jî amade bûn.


Meşa Edaletê ku ji Parka Guven a Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest pê kir û di roja 17’an de didome. Meşa Edaletê piştî navbera li navçeya Akyazi ya Sakarya serê sibê dîsa dest pê kir. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu beriya dest bi meşê kir daxuyanî da û got: “Meşa me ya Edaletê didome. Hevsengî û edaleta xwezaya ku Xwedê afirandiye heye. Yê vê edalet û hevsengiyê xera dike mirov bi xwe ye. em dixwazin bê cudakarî bi hevre, bi xwişk û biratî û edalet bimeşin. Rêya bingehîn edalet e." Di meşêde nivîskar Îhsan Eliaçik jî di navde mislimanên Antikapitalist jî amade bûn. Meşa ku 11 kilometre dûrî Sakarya ye didome. Li bendê ye nivîskar, rewşenbir, hunermend û akademîsyen jî di nava rojê de piştgiriyê bidin.