AMED – Li navçeya Farqînê 3 welatiyên di nokteya lêgerînê ya leşkeran hatin rawestandin, hatin binçavkirin.
Leşkeran li navçeya Farqînê ya Amedê 3 welatî binçav kirin. Welatiyên ji gundê Sêdeqnê diçûn Farqînê di nokteya lêgerînê ya leşkeran de hatin rawestandin. Welatiyên Sêdeqnê Mehmet Çagartekin, Mahmut Becerikli û Cengiz Turan piştî kontrola leşkeran hatin binçavkirin. 3 welatiyên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. Ji wer jî sewqî Miduriyeta Polîsan a Farqînê hatin kirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn.