Serokê Baroyan: Ji bo Tahîr Elçî em di Meşa Edaletê dene

SAKARYA – Meşa Edaletê di roja 17'an de berdewam dike. Komek serokên Baroyan jî tev li Meşa Edaletê bûn. Serokê Baroya Bûrsayê Gurkan Altun, di meşê de diyar kir ku ew ji bo Alî Îsmail Korkmaz, Nuriye û Semih, Berkin Elvan û Tahir Elçî li vir in û ji bo Edaletê li vir in.

Meşa Edaletê ku ji Parka Guven a Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest pê kir û di roja 17’an de didome. Meşa Edaletê piştî navbera li navçeya Akyazi ya Sakarya serê sibê dîsa dest pê kir. Komek serokên Baroyan jî tev li Meşa Edaletê bûn. Serokê Baroya Bûrsayê Gurkan Altun, di meşê de diyar kir ku ew ji bo Alî Îsmail Korkmaz, Nuriye û Semih, Berkin Elvan û Tahir Elçî li vir in û ji bo Edaletê li vir in.
Altun, diyar kir ku ji bo akademisyenên ji ka hatin avêtin, xwendekarên hatin dûrxistin û jinênhatin kuştin dimeşin.

Altun, anî ziman ku parêzer yekem car nameşin û wiha got: "Di sala 2013’an de jî em ji Bûrsayê meşiyan Enqereyê. Di sala 2015’an de ji Bursayê meşiyan Stenbolê. Wê demê civak li pişt parêzeran ranewestiyan. Lê niha gel dimeşin em jî li pişt gel cih digirin. Em ji bo Alî Îsmail Korkmaz, Nuriye û Semih, Berkin Elvan Îlker Başbug û bi taybetî ji bo Tahir Elçî dimeşin.

Serokê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk jî anî ziman ku parêzer ji bo edaletê dimeşin. Kuçuk, destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin û edalet û demokrasiyê ji bo hemû kesên mexdûr bûne dixwazin.

Serokê Baroya Artvinê Ali Uğur Çagal jî anî ziman ku anî ziman ku bi nasnameya hiqûqnasekî beşdarî meşê dibe û wiha got: "Edalet karê me ye. Nerîna siyasî tune. Divê piştgiriya herî mezin em parêzer bidin vê meşê. Divê hemû hempîşeyên me piştgiriyê bidin vê meşê."