SAKARYA – Meşa Edaletê ya ku ev 17 roj e dewam dike, jinên nivîskar jî tev li meşê bûn. Asli Erdogan got ku "Em nemeşin dê kê bimeşe", Ayşegul Tezeren aşkera kir ku "Birînna herî mezin a Tirkiyeyê edalet e" û Ayşe Onal jî ev tişt got: "Êdî ev xala dawî ye."
Meşa Edaletê 17 roj li dû xwe hrojane:manşet
Foto: ist-01-07-2017-adalet-yuruyusu-kadin-yazarlar
Jinên nivîskar di Meşa Edaletê de ne: Em nemeşin dê kê bimeşe
SAKARYA – Meşa Edaletê ya ku ev 17 roj e dewam dike, jinên nivîskar jî tev li meşê bûn. Asli Erdogan got ku "Em nemeşin dê kê bimeşe", Ayşegul Tezeren aşkera kir ku "Birînna herî mezin a Tirkiyeyê edalet e" û Ayşe Onal jî ev tişt got: "Êdî ev xala dawî ye."
Meşa Edaletê 17 roj li dû xwe hişt û bi 300 kîlometreyî dewam dike. Di roja 17'emîn a meşê de jinên nivîskar di pêşiya meşê de cihên xwe girtin. Di serî de Asli Erdogan, Asli Perker, Ceren Sozerî, Belma Firat, Hacer Yenî, Ilgin Sonmez, Nazli Karabiyikoglu, Ayşegul Tozeren, Ruhan Bîlkay, Karen Alguadîş, Ebru Nîhan Celkan, Şafak Pavey û Ayşe Onal cihên xwe di meşê de girtin.
ASLI ERDOGAN: NIHEQÎ LI ME KIRIN
Nivîskar Asli Erdogan diyar kir ku ew endamê Lijneya Şêwirmendiyê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûye, rojnameya wan bi KHK'ê hatiye girtin û ew jî hatiye girtin. Erdogan aşkera kir ku niheqiyeke mezin li wan hatiye kirin û wiha got: "Niheqiyeke gelekî mezin li me rojnameger kirin. Em nemişin dê kê bimeşe. Rejîmeke faşîzan a bi xeter li serê Tirkiyeyê bûye bela. Divê her kes xwedî li vê meşê derkeve."
Ceren Sozerî jî da zanîn ku ev hêj destpêk e û aşkera kir ku divê li dijî hemû bêedaletiyê gel bimeşe û xwedîderketina meşê jî gelekî erênî dît. Nivîskar Ayşegul Tozeren jî destnîşan kir ku birîna herî kûr a Tirkiyeyê edalet e û piştrast kir ku gelek kes ji darazê bi guman e. Belma Firat jî ev tişt anî ziman: "Ji bo edlet cihê xwe bibîne, me dest bi meşê kir. Ev meşa veguhere meşeke sivîl, dê gelekî baş be."
Ayşe Onal jî derbirî ku ev meş qêrîna 15 salan a li dijî tundiyan e girtina hevrê û hogirên xwe bi bîr xist û wiha pê de çû: "Dibe AKP me sûcdar bike, lê ev qêrîna Semîh û Nuriyeyê ye. Ev meş hêstên mirovan ên li jiyanê xurt dike."
işt û bi 300 kîlometreyî dewam dike. Di roja 17'emîn a meşê de jinên nivîskar di pêşiya meşê de cihên xwe girtin. Di serî de Asli Erdogan, Asli Perker, Ceren Sozerî, Belma Firat, Hacer Yenî, Ilgin Sonmez, Nazli Karabiyikoglu, Ayşegul Tozeren, Ruhan Bîlkay, Karen Alguadîş, Ebru Nîhan Celkan, Şafak Pavey û Ayşe Onal cihên xwe di meşê de girtin.