‘Ji bo vîna girtiyên Tarsûsê bişkîne bênavber tundiyê dimeşinin'

EDENE – Parêzer Tugay Bek ku li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Pirsûsê bi girtiyan re hevdîtin kir, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji bo vîna girtiyên siyasî bişkîne bi rêk û pêk muamelya xirab pêx dixin û zextan li ser girtiyan zêde dikin.

Girtîgeha Tîpa T a Jinan a li Kampusa Tarsusê nû hat çêkirin, her roj bi îşkencê, dikeve rojevê. Di 20’ê Hezîranê de 80’î jinên girtî ji girtîgehên cuda şandin Tarsûsê. Serokê Komîsyona Şopandina Girtigehê ya Baroya Edenê Parêzer Tugay Bek, der barê muameleya xirap û îşkencê de çû serdana girtiyan diyar kir ku di dema sîgûnê de muameleya xirab li girtiyan hatiye kirin. Bek, piştî li girtîgehê xebatkara rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban ziyaret kir çavdêrî û serpêhatiyên wê parve kir. Beg destnîşan kir ku Çoban gotiye 'Hevalên me di ringê de rastî heqaret û gefên payebilind ê leşkeran hatine. Di wesayîta ringê de kamera hebû. Di dema ku leşkaran em derp dikirin de digotin ‘Qeyîd Tuneye, vale vale îtîraz nekin.’ Di ketina girtîgehê de jî em rastî derp û heqaretên leşkar û gardiyanan hatin. Hemû girtiyên ku derbasî odeya lêgerînê kirin, rastî derbê hatin. Bi şeqam û pehînan li me xistin. Ji xwe beriya em werin girtîgeha nû ji me re digotin ‘Hûn dê bibinin. Em ê li girtîgeha nû nîşanî we bikin.’ Ji ber nexweşiya min a erzinkê dizanîn, bi taybetî gardiyana navê wê Aslihan erzinka min dişidand. Eşyayên şexsî qet nayên dayîn. Televîzyon jî nayê dayîn. Piştî 10 rojan av hat dayîn. Hêjmartina ser piyan li me ferz dikin. Qemel û kaxiz nayên dayîn. Di ringê de nivîsa ‘Ez bimrim Tirkiyeye’ nivîsandîbû. Av pir kêm tê dayîn. Rojê tenê metereyek av didin. Hevalên me yên nexweş dernaxin revîrê. Hevalên me yên ciwan xistin ringekê cuda û ew derp kirin.' û serpêhatiyên xwe parve kirin. "

‘EV REWŞ OPERASYONA SERÎ TEWANDINÊ YE’

Parêzer Bek bal kişand ser plana îşkence û êrîşên li ser girtiyan û wiha got: “Agahiya di dema hevdîtina girtiyan a bi xizmên xwe re de, polîsên sivîl jî hebûne, ji min re hat dayîn. Înşaeta girtîgehê hîna xelas nebû û gelek pirsgirêkên wê hene. Ev rewşa heyî operasyana serî tewandinê ye”

Bek da xuya kirin ku rayedarên girtîgehê ji wî re gotiye “Rêzikname çawan hatiye dest pê kirin, dê wisan bidome.” Parêzer Bek di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rayedarên girtîgehê ji bo vîna girtî û hikûmxarên siyasî bişkîne, birêk û pêk muamelyê xirab li wan dike. Ev pêkanîn xizmeta tu tiştî nakin. Ji xwe şert û mercên girtîgehê pir xirabin. Nêzîkatiyeke bi vî awayî xerab encex ragehiyê derbixîne holê. Em dê şopdarê van bûyeran bin.” Bek diyar kir ku dê der barê muameleyên xirab de gilî bikin.