Ji Antalya 250 kedkar beşdarî Meşa Edaletê bûn

ANTALYA – Platfroma Şaxên KESK’ê ya Antalya li navçeya Hendekê ya Sakarya tev li Meşa Edaletê bûn.

Meşa Edaletê ya ji Enqere destpê kir ber bi Stenbolê ve didome. Platforma Şaxên KESK’ê ya Antalya jî beşdarî meşê bû. Di nav de ku akademîsyenên destek dan aştiyê jî hene 250 kedkar li navçeya Hendeka Sakaryayê beşdarî meşê bûn û di refên meşê de cihê xwe girtin.