STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê berê û huqûqnas Hasîp Kaplan, guherandina Qanûna Bingehîn a ji bo Pergala Serokatiyê ku tê diyarkirin AKP û MHP li ser li hev kirine nirxand. Kaplan got,"Qanûnçêkirin, birêvebirin û daraz li ber yek destî kom dibin" û anî ziman ku, divê li dijî vê muxalefet bi awayekî yekgirtî tevbigere.
Tê payîn ku wê di rojê pêş de, pakêta geherandina Qanûna Bingehîn a Pergala Serokatiyê ku AKP û MHP li ser li hev kirine di xwe de dihebînê berpêşî Meclîsê bê kirin. Nîqaşên mûtabeqata ku heta niha xwe daye der didomin. Têkildarî van nîqaşan Parlemnterê HDP'ê yê berê û huqûqnas Hasîp Kaplan pirsên dîhaberê bersivandin.
*Hûn naveroka lihevkirina Qanûna Bingehîn a ku tê behskirin çawa şîrove dikin?
Niha Serokomarekî partiyî yê fiîlî heye. Rejîma serokatiya fiîlî tê sepandin. Li vir a esas ew e ku, di pergalê de ji dêvla veqetana hêzan, yekîtiya hêzan e. Qanûnçêkirin, birêvebirin, daraz li ber yek destî kom bûye. dema li ber yek destî bê komkirin, tu karekî parlementoyê namîne. Darazê jî diyar dikin. Ji ber Serokomar li lijneya Meclîsê ye, dîsa ji ber Wezareta Dadê ew bi xwe ne, Pergala Serokatiyê ava kirine. Vê modela serokatiyê, li Fransayê modela wê yî nîv-serokatiyî heye. Û li Amerîkaya Latînê jî modeleke ku ji dîktaya derbeyê hatiye heye. Dema em niha dinêrin, li Tirkiyeyê AKP û MHP, yanî bi hevkariya ampûl û hîvikê, tê xwestin qanûneke bingehîn çêbikin. Qanûna Bingehîn, di peymana civakî de ew peyman e ku hemû muxalif beşdarî wê dibin û bi hev re tê çêkirin.
*Hûn cûdatiyeke çawa di navbera ew mînakên pergalên serokatiyê yên welatên din û ya ku Tirkiye difikire de dibînin?
Li Amerîkayê 50 eyalet hene. Her eyaletek parlementoya wê heye. Pirgirêkên eyaletê li parlementoya eyaletê tên çareserkirin. Serokatî tenê li maliyeyê, karên derve û parastinê dinihêre. Rewşeke enteresan heye. Li gel vê, li Amerîkayê veqetana hêzên tûj heye. Veqetana hêzan a herî tûj li vş welatî heyen û li wir pergala hevsenga frenî heye. Her eyaletek senatoya wê heye. Her eyalet 2 senatoyan hildibijêre. Û li gel vê, meclîseke nûneran heye û ev mevlîs ji 435 nûneran pêk tê. Ji cîvîna her duyan a bi hev re, kongre tê gotin. Li Tirkiyeyê modela serokatiyê ya ku AKP û MHP dixwazin wê bînin, bi her awayî tersê ya li Amerîkayê ye. Çimkî, li wir veqetana hêzan heye, li vir yekîtiya hêzan heye. Heke em li ya Fransayê li hev bînin, li wir jî du parlementoyî heye. Parlemento û senato. Pergaleke duwanî heye.
*Çima vê nîqaşê di pêvajoya OHAL'ê de xistin rojevê?
Ma wekî din wê çawa bianiyanan? Ji bo 330'yî pêdiviya AKP'ê bi MHP'ê re hebû. MHP jî serokên xwe yî muxalif yeko yeko da dîsplînî û ew îxrackirin. Di serî de Meral Akşener. Ji bo ji muxalifa herî hêzdar xelas bibin, bîadiya AKP'ê kirin. AKP bi rêyên qanûnî mudaxilî kongreyên wan dibe. Niha ev hewldana derbeyê wek hincet tê nîşandan û bi vî awayî versiyona hîn bêtir nîjadperest tê avakirin. Bi van hêzan dixwazin pergala serokatiyê pêk bînin.
*Heke pergala serokatiyê ya ku hikûmet û MHP daxwaza wê dikin pêk bê, wê bi xwe re çi encaman derxîne holê?
Wê du encamên vê yê giran hebin. Ferz bikin 330 deng derket û çûn referandûmê û bi jisedî 51'ê modela serokatiyê hat. Wê welat bi awayekî otomatîk wek ji sedî 49 û ji sedî 51 dabeşî du perçeyan bibe. Ya duyemîn, heke AKP û MHP bibin yek, wê rejîmek pêk bê û wê tu mafên jiyanê nedin muxalifan. Lê hêleke vê ya wisa jî heye. Wê dengdayîneke nepen hebe û wê mirov li gor wijdanê xwe deng bidin. Ez bawer dikim ku, di nav AKP û MHP'ê de jî wekîlên wê ji pergala serokatiyê re bêjin 'na' hebin. Heke 330'yî zevt neke, wê çaxê ev tê wateya rûxandina îktîdarê. Em bêjin 330'yî zevt kir û çû îktîdarê. Ji sedî 49 ma û ji sedî 51'ê got 'na'. Ev dîsa jî tê wateya rûxandina îktîdarê.
*Heke ev pergal bê wê çi bibe?
Heke rejîma serokatiyê bê, wê serokomar wezîran tayîn bike. Wê ji kesên ne parlemnterên tayîn bike, wê qabîneya wî, alîgirên wî hebin. Serok dema bixwaze wê wezîr, serokwezîr, alîgirên serokwezîr ji peywirê bigire, yanî wek karmendekî. Ji aliyekî wê mudaxileyî parlemntoyê bike. Wê midaxileyê pêvajoya zagonî ya parlementoyê bike. Dema bixwaze wê parlementoyê fesx bike. Qanûna biwaze wê bi hêza xwe, ji yekîtiya hêzê sûdê bigire û derbixe. Ji ber vê karê ku dê bike pir zelal û berbiçav in. Wê li gor tuzuka xwe yî havîn, kirasekî jê re bibîne. Dema pergala serokatiyê were, guherîna herî girîng ya dê bike ew e ku, wê tuzuka navîn biguherîne. Wê bi vê tuzukê muxalefetê bêdeng bike û wê pê qanûnên ku baş li komîsyonan hevdîtina wan pêk nayê têxe meriyetê. Nîqaşên berê di mehekê de dihatin kirin, wê rojekê bê axaftin bid awî bibe. Wê bi vî awayî parlementoyê pasîf bike.
*Hûn muxalefetê çawa dinirxînin, pêşniyarên we çi ne?
Wê parlementerên HDP û CHP'ê yên hestiyar di vî warî de bixebitin. Peywir dikeve ser milê partiyên li derveyî parlementoyê, sendika û komeleyan jî. Ya herî girîng hunermend, bi muzîk, sînema, huner, bi wêne û carinan jî bi muzîkekê dikarin dîktayê birûxînin. Dikarin vî ruhê bi tevahî biafirînin. Heke ampûl û hîvik digihên hev, divê em jî wek Rojê bigihên hev, wekî din tu vebijêrkeke din tune ye. Divê em tevgera Rojê bi demokrasiyê bixemlînin. Wê bi munasebeta 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê gelek kampanya bên destpêkirin. Em ê ji OHAL'ê re bêjin 'na', em ê ji dîktayê re bêjin 'na'. Bi 'na'yê em ê karibin bi ser kevin.