Endamên KESK'ê Edalet xwestin

KOCAELÎ - Platforma şaxan a KESK'ê ya Kocaelî ji bohevalên xwe yên di serdema OHAL'ê hatin dûrxistin Edalet xwestin.

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Kocaeli ji bo hevalên xwe yên bi OHAL'ê ji kar hatin dûrxistin edalet xwestin. Endamên KESK'ê li Parka Mafên Mirovan kom bûn û daxuyani dan. Endamên KESK'ê di çalakiyê de pankarta "Bila OHAL bê rakirin û bila mafê tu kesî yê jiyanê ji destê wan nayê girtin" vekirin. Endamên KESK'ê bê navber siloganên "Ne darbe ne jî dîkta, Tirkiyeya serbixwe" berz kirin. Berdevka Platformê ya Demî Gulizar Ateş daxuyanî da û edalet xwest. Ateş, anî ziman ku OHAL azadiyan tune dike. Ateş, xwest karê hevalên wan dîsa bide wan."

Endamên KESK'ê piştî demekê çalakiya runiştinê pêk anîn û belav bûn.