'Em karmendê dewletê ne divê hûn li pêş me rabin ser piyan'

ÎZMÎR - Fatma Surme li Girtiyê Girtîgeha tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê bi kurê xwe Ahmet Surme re li girtîgehê hevdîtina vekirî kir. Ahmet Surme di ziyaretê de bi dayika xwe Fatma re agahiyên "Gardiyan dibêjin 'Em karmendê dewletê ne, divê hûn li pêş me rabin ser piyan' û zextan li me dikin" parve kir.

Zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin. Bi OHAL'ê re tundiya li ser girtiyan roj bi roj zêdetir dibe. Girtiyên Girtîgeha Tîpa Tekirdagê di bin zextan de dijîn. Gardiyan bi ser kawîşan de digirin, Girti rastî êrîşên devkî û çêran tên. Girtiyan diyar kirin ku ew dema serî li rayedaran didin, daxwazên wan li ber çavan nayê girtin. Girtî Ahmet Surme dema ji Girtigeha Tîpa E ya Muglayê sewqî Girtîgeha tipa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê hat kirin, rastî zext û tundiyê hat. Dayika Ahmet Surme, Fatma Surme dema di ziyareta cejnê de bi kurê xwe re hevdîtin kir Ahmet Surme zextên li ser girtiyan parve kir. Surme, serpêhatiyên xwe bi diya xwe re parve kirin û wiha got: "Li girtîgehê zilm heye. Hemû mafên wan ji destê wan hatiye girtin. 24 saetan di kawîşan de tên girtin û nikarin derkevin hewşê. Gardiyan û leşker bê navber bi ser kawîşên wan de digirin û lêgerînê dikin. Çend roj berê gerdiyan û leşkeran bi ser kawîşa cîranên me de girt û gelek girtî darp kirin. Ji ber lêdanê bedena girtiyekî reş û şîn bû. Di nava rojê de gartiyan girtiyan sor dikin. Di dema jimartinê de gardiyan ji girtiyan dixwazin li ber wan rabin ser piyan. Gardiyan dibêjin 'Em karmendê dewletê ne, divê hûn li pêş me rabin ser piyan' û zextan li me dikin."

Surme, anî ziman ku ewlehiya wan tune û xwest raya giştî li dijî van pêkanînên li ser girtiyan hestiyar tev bigerin.

Dayika Ahmet Surme Fatma Surme, anî ziman ku piştî zarokên wan sirgûn bûn êdî nikari biçin kurê xwe ziyaret bikin û wiha got: "Hin malbat qet nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Nikarin bersîva daxwazên wan pêk bînin. Dema tiştek bi serê yekî bê nikarin biçin cem wan. Em bi fikar in. Zarokên me ne di ewlehiyê dene. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî van pêkanînan hestiyariyek hebe."