STENBOL – Meclisa Jinan a HDP’ê bang li jinan kir ku beşdarî dirûşma Fîgen Yuksekdag a 4’ê Tirmehê bê dîtin, bibin.
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo tevlibûna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku parlamenterî û endamtiya wê ya partiyê hat xistin, ku di 4’ê Tirmehê de li 16’emîn Dadgeha Enqerê bê dîtin, civîna çapemeniyê pêk anî. Civîn li avahiya bajêr a partiyê pêk hat. Di civînê de pankarta “Ji Fîgen Yuksekdag re azadî” hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku piştî 144’an dê çara yekemîn Yuksekdag derkeve bêşberî dozger û wiha axivî: “Yuksekdag berî bê girtin, derdora hucreya wê tê valekirin. Planên li ser Yuksekdag berê hatibûn amade kirin. Yuksekdag nêzî 3 mehan di odeya yekkesî de ragirtin. "
'ÊRÎŞ LI SER VÎNA JINÊ YE’
Demîr, da zanîn ku girtina Yuksekdag, xistina parlamenterî û endamtiya wê ya partiyê, êrîşa li ser vîna jinê ye û wiha got: “Ji bo me hîna jî Yuksekdag hevserokê partiyê ye. Di cejna Remezanê de daxuyaniyên li ber girtîgehê hat asteng kirin. Wê demê ji me re gotin ‘Ne endama partiyê ye, hûn nikarin ziyaret bikin.’ Em jî dibêjîn ma hûn kînê ku me asteng dikin?” Demîr herî dawî bang li jinan kir ku di 4’ê Tirmehê de beşdarî doza Yuksekdag bibin.
Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Mukkades Erdogdu jî der barê jiyana siyasî ya Yuksekdag de axivî û wiha got: “Siyaseta îro destûr nade wekheviya jin û zilam. Em hêvî dikin ku di 4’ê Tîrmehê di rûniştina dest pê kê ya Fîgen Yuksekdag de gav bên avêtin û Yuksekdag bê berdan.” Erdogdu herî dawî banga beşdarbûna dozê li jinan kir.