STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û aşkera kir ku Ozkan nexweşiyên wî yên dil, tansiyon û guatira jehrî heye, lê dîsa jî nayê berdan û ev tişt hat gotin: "Rixmê rapora Saziya Tiba Edlî jî serbest nayê berdan."
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan, her hefte çalakiya "Rûniştina F"yê pêk tîne. Di hefteya 275'an de li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje" û "Bila girtîgehên Tîpên F bên girtin" hatin vekirin û xwestin girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî û hemû girtiyên nexweş serbest bê berdan.
Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD'ê Mîne Nazarî diyar kir ku girtîgeh neynika pergalê ne û wiha got: "Di serdema şer û derbeyê de pêla girtin, îşkence, kuştinên kiryarên wan ne zêde bûn û azadiya civakê hatiye sînorkirin. Nazarî got ku daxwaza "Edaletê" ji hêla wekîlan ve jî tê ziman û xwest daxwazên Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen bên qebûlkirin.
Nazarî aşkera kir ku kesê bi navê Zafer A. piştî teslîmê cendirmeyan bûye, bi îfadeyên wî, ji hêla Dadgeha Ewlehiya Dewletê ve der barê Ozkan de îdianame hatiye amadekirin û wiha pê de çû: "Bi kuştina Generalê bi navê Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê hatiye kuştin, tê tewambarkirin. Her çendî Ozkan di dema darizandinê de gotibe ku tu eleqeya wî bi kuştina Aydin re tune jî cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Ev 20 sal e bê sûc tê girtin. Ev 3 sal e bi girtî dîsa tê darizandin."
Nazerî piştrast kir ku her çendî rapora Saziya Tiba Edlî der barê daye Ozkan û nikare di girtîgehê de bimîne jî dîsa nayê berdan. Nazarî got ku heftê 2-3 caran Ozkan dibin nexweşxaneyê û xwest serbest bê berdan.