ENQERE - Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, têkildarî hewldana Tirkiye ya dagirkirina Efrînê, helwesta Tirkiye rexne kir. HDP'ê diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku demografiya Efrine biguherîne û wiha got: "Hewldana Rejîma Erdogan ji kok ve şaş e. Em qet vê yekê qebûl nakin.
Lijneya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan MYK ya HDP'ê, dêkildarî hewldana Tirkiye ya Efrînê daxuyanî da. HDP'ê bi ser navê "Ji macerayên nû ya Sûriyeyê re Na!" daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Koalîsyona AKP-MHP'ê ji bo ku Efrînê li Sûriyê dagir bike li ser sînorê Hatay û Kilisê çekên giran bi cih kirine. Tevî maşînê zirxî bi hezaran leşker bi cih kirine. Bi rojan e Efrînê topbaran dike. Îktîdara AKP'ê 6 salin ji ber polîtîkayên şaş ên bi Sûriye û Iraqê re têk çûye. Hewldana Tirkiye ya Sûriye û Iraqê bi fiyaskoyê bi dawî bûn. Niha dixwazin yek din lê zêde bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev ji kok ve şaş in. Erdogan dixwaze krîza xwe ya hundir têkçûna xwe ya li hemberî cîhanê bi van êrîşan veşêre. Koalîsyona AKP-MHP bedela polîtîkayên xwe yên şaş dixwaze bi civak û ciwanan bidin. Ji yekîtiya gelê kurd, tirkmenan û ereban bêzar dibin û ji ber vê yekê dixwazin êrîş bikin. Ji ber ku DAÎŞ li Reqqa têk çûye dixwqazin li herêmên din belav bikin.
Ev êrîşa Efrînê dê talûkeya navbera kurd tirk, kurd eberan zêde bike. Dê bêtir Tirkiye dûr bixe. Dê demografa herêmê xera bike. Em dê li dijî polîtîkayên şaş û kaosê biqîrin û destûrê nadin vê yekê."