STENBOL- Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, name ji Foruma bi sernavê "Li Sûrê Bêmulkîbûn û Koçberiya Bi Zorê" re şand û got: "Dixwazin dîroka rast bidin ji bîr kirin û dîrokek li gori xwe binivîsin. Ev polîtîkaya bê nasnamekirinê ye. Ferqa yên Sûrê xera dikin ji yên Palmira xerakirin tune ye." Keyaye Taxa Cemal Yilmaz Koçero Topdemîr jî anî ziman ku dixwazin Sûrê bê mirov bihêlin.
Komeleya Mafên Civakî û Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, foruma "Li Sûrê bê mulkbûn û koçberiya bi zorê" li salona Civînê ya Cezayirê pêk anîn. Di forumê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk
(KCD) Leyla Guven, Keyayên Taxên Sûrê. Endamên Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê û gelek welatiyên din tev li forumê bûn. Forum bi xwendina nameya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayini şûna wê hatiye kirin dest pê kir. Kişanak, di nameye de diyar kir ku 560 malbatên li Sûrê mane, li gorî protokola Şaredariyê bi malbatan re îmze kirine mane. Ji sedî 60-70 xaniyên taxê dikarîbûn bihatina restorekirin. Lê tevî vê yekê biryara îstîmlaqa lezgîn girtin. Bi vê biryarê xwestin malbatên xizan ji vir derxin û derxin taxên dervê bajêr. Xwestin nexşeya çandî, civakî u dîrokî biguherînin. Bi vê polîtîkaya li Sûrê dixwazin dîroka hezaran salan tevî tune bikin û li şûna wê dîrokek li gorî xwe binivîsin. Dixwazin dîroka rat bidin ji bîrkirin û dîrokek çêker binivîsin. Ferqa Xerakirina Sûrê û ya Palmira ji hev huten ye.
Forumê piştre bi rûniştina mijara “Di Tîrmeha 2017'an de rewşa Sûrê" berdewam kir: "Keyayê taxa Ali Paşa Behzat Sular, diyar kir ku di sala 2016'an de biryara dadgehê ji wan re hat şandin û wiha got: “Mirovên hatin li Sûrê bi cih bûn, piraniyê wan di salên 90'an de xaniye wan hatin xerakirin û şewitandin û hatin li vir bi cih bûn. Koça vir koça çaremîn e. Jibo welatiyan koçber bikin av û ceyrana welatiyan ji ser wan tê qutkirin. Dema Serokwezîr hat Sûrê av û ceyran berdan. Em li vir muxataban nabînin. Wezîrê Derdorê hat, lê me nekarîbû wî bibînin. Dixwazin hemû welatiyên xizan û mexdûr ji hev qut bikin. Lê em tu carî têkiliyên xwe ji qev qut nakin.
Keyayê taxa Cemal Yilmaz Koçero Topdemîr jî anî ziman ku fikr û daxwazên gel li ber çavan nayên girtin û wiha got: "Dema xaniyan xera dikin û avahiyên nû çê dikin qet nerinên gel nastînin. Li xaniyên ku nû çê dikin kesên nêzî îktîdarê bi cih dikin. Partiya îktîdarê dixwazin Sûrê bê mirov bihêlin. Topdemîr, anî ziman ku gelê Sûrê van polîtîkayan qebûl nakin û jiyana xwe ya berê dixwazin û wiha got: "Li ser navê xweşikbûna kolanan her derê xera dikin û pêşkêşî xizmên xwe dikin. Bi trilyonan firtoin xizmên xwe. Armanca sereke Surê bi tevahi xera bikin û ji hafizayê winda bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em Sûrê terk nakin. Em dê heta dawî di ber xwe bidin."
HIQÛQA DIJMINANTIYÊ DIMEŞÎNİN
Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu jî bi riya telekonferansê beşdarî forumê bû û wiha got: "Sûra ku ceyran û ava wê tê qutkirin rastî rîskê tenduristiyê tê. Qutkirina avê rîska mirina kal û pîran zede dike. Li vir huqûqa dijminantiyê tê meşandin.
Arkeolog Nevin Soyukaya jî ani ziman ku piştî di sala 2000’an de şer bi dawî bû, welatiyan bi hêza xwe bajar ji nûve ava kir û wiha got: "Sur li gorî xala 6306'an a Qadên Di bin Rîska Afetê de Lijneya Wezîran di 22.10.2012'an de li gorî hêjmara 3900'an wekî Qada Rîska Afetê ilan kir. Dewlet ne cara yekem e berê xwe dide Sûrê. Dewletê ev pêvajoya şer ji bo xerakirina Sûrê firsend dît.
DI SALA 90'AN MIROV BÊ XANÎ HATIN HIŞTIN, NIHA XANÎ BÊ MIROV TÊN HIŞTIN
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku di sala 1990'an de mirov bê xanîbûn, lê niha xanî bê mirov tên hiştin. Guven, da zanîn ku armanc dikin ku kesên nû dikin welatiyên Tirkiye li Sûrê bi cih bikin û wiha got; "AKP kurdan ji cih û warên wan dike û li şûna wan motifên Osmanî bi cih dike. Motîfê Osmaniyan li Kurdistanê dineqişîne. Ev plana MGK'ê ya 2014'an a têkçûna kurdan e. Ji ber ku 7'ê hezirê plana wan xera kir, dîsa xistin meriyetê. "
Forum bi niqaşan didome.