Amûrên wênexêzkirinê nadin wênesaz Zehra Dogan

AMED - Rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê amûr û alavên wêneyan nadin rojnameger û wênesaz Zehra Dogan. Parêzerê Dogan, Kamuran Tanhan pêkanîn şermezar kir.

Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan bi hinceta der barê wê de ceza hatibû teqezkirin di 12’ê hezîranê de dema ji Amedê diçû Mêrdînê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Amûrên wênexêzkirinê yên ji Dogan re hatin şandin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên astengkirin. Dogan bi riya malbata xwe got: “Rêveberiya girtîgehê got ji bo girtina amûran divê ji dozgeriyê destûra taybet bê girtin. Li ser vê min daxwaznameya xwe amade kir. Midûrê girtîgehê got ‘di hûndir de çêkirina wêne, xişirkan qedexeye û destûra dozger hebe jî ew desturê nadin vê.’ Daxwaznameya min qebûl nekirin.”

‘MUAMELEYA KÊFÎ YE’

Parêzerê Dogan Kamuran Tanhan jî derbarê mijarê de axivî. Tanhan da zanîn ku bi OHAL’ê re binpêkirinên mafan yên li girtîgehan gihiştine asta herî dijwar û wiha got: “Bi awayekî kêfî sirgûn tên kirin, hevdîtin tên sînorkirin. Muvekîla me Zehra wênesazek û rojnamegerek ku tê nasîn û xelatên navneteweyî girtiye. Nedayîna amûrên wênexêziyê binpêkirina maf e. Em ê serî li riyên hiqûqî bidin. Heke ku ev serlêdan encam negire em ê serî li Dadgeha Makkqanûn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.”